Li Xezeyê hejmara miriyan 31 hezar derbas kir, Hîzbûllahê bi dehan roket avêt

Di encama êrîşên Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezeyê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 31 hezar derbas kiriye û tevgera Hîzbûllah a Libnanê ragihand ku wan li dijî Îsraîlê bi dehan roket avêtine.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku, ji 7’ê Cotmehê û vir ve di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê heta niha 31 hezar 45 kes hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji van 85 kes di nava 24 saetên dawî de hatin kuştin û hat gotin ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve bi giştî 72 hezar 654 kes birîndar bûn.

Li aliyê din di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê de 4 endamên din ên Hîzbûllahê hatin kuştin.

Hîzbûllah jî weke bersiva van êrîşan ragihand ku roja Yekşemê wan bi dehan roket avêtin bajarokek bakurê Îsraîlê.

Hejmara endamên Hîzbûllahê yên ji 8'ê Cotmeha 2023'yan ji dema destpêkirina pevçûnên li Başûrê Libnanê û vir ve hatine kuştin derket 241'an.