Keştiya şer a DYE'yê ji Kendava Taywanê re derbas bû, Çîn nerazîbûn nîşan da

Roja ku Kongreya Neteweyî ya Gelan li Çînê destpê kir, Hêzên Deryayî yên DYE’yê ragihand ku keştiyeke şer a Emerîkî Kendava Taywanê derbas kiriye û li deriyê teng ê ku grava xweser ji xaka Çînî vediqetîne rêwîtiyeke rûtîn pêk aniye.

Li gorî daxuyaniya Fîloya Heftemîn, destroyera ÛSS John Fînn di Geliyê Taywanê de ji herêmeke dûrî qada peravî ya dewletekê derbas bûye.

Pekîn, ku Taywanê weke beşeke bingehîn a xaka xwe dibîne, di salên dawî de zexta xwe ya leşkerî û siyasî ya li ser Taîpeî zêde kir û dema keştiyên şer ên biyanî di bin navê "azadiya hatin û çûyînê” de herêmê derbas dikin, nerazîbûnên tund raber dike.

Keştiyên Emerîkî salên dirêj di navbera Derya Çînê ya Başûr û Derya Çînê ya Rojhilat de ji Kendava Taywanê re derbas dibin. Di rastiyê de, ji bo ku teqez bikin ku ev her du herêm rêyên avê yên navneteweyî ne, çûn û hatina xwe zê de kirine.

Wezaretê Parastinê ya Taywanê, ragihand ku di dema derbasbûna keştiya şer a DYE’yê de wan ‘tevgera qada derya û hewayî’ şopandin e û got ku “Rewş asayî ye.”

Pekîn ê ku dest ji gefa bikaranîna hêza li dijî gravê berneda, "xapandina medyayê" ya bi derbasbûna keştiya şer a DYE’ê re derketiye holê şermezar kir û got ku hêzên deryayî û hewayî yên Çînê heta dawiyê keştî şopandine.

Berdevkê leşkerî yê Çînê Albay Şhi Yî daxuyanî da û got, "Yekîneyên li qadê her tim di pozîsyonek amade de ne ku di her demê de bersivê bidin hemû gef û provokasyonan."