Li Haîtiyê kaosa çeteyan: Di êrîşa li ser girtîgehê de bi hezaran girtî reviyan

Li Haîtiyê ku çete lê bi bandor in, êrîş li girtîgehekê hate kirin ku bi hezaran girtî lê ne. Di êrîşê de bi hezaran girtî reviyan û bi dehan jî hatin kuştin. Hat ragihandin ku tenê derdora 100 girtî li girtîgehê mane.

Çeteyan êrîşê saziyeke ceza û înfazê kirin. Piştî ku bi hezaran girtî ji girtîgehê reviyan, hikûmetê 3’yê Adarê roja Yekşemê rewşa awarte ragihand. Li paytext Port-au-Prince qedexeya derketina derve hate ragihandin û her wiha kaos jî kûr dibe.

Dîrektorê Îcrayê yê Tora Parastina Mafên Mirovan a Neteweyî (RNDDH) Pîerre Esperance daxuyanî da AFP’ê û diyar kir ku “cenazeyê gelek girtiyan hate hejmartin”.

Esperance ragihand ku beriya êrîşa çeteyan nêzî 3.800 girtî li girtîgehê bûn, lê roja Yekşemê tenê qasî 100 girtî li girtîgehê mane.

Nûçegihanekê AFP’ê sihara Yekşemê serdana girtîgehê kir û ragihand ku li derdora girtîgehê nêzî 10 cenaze dîtine.

Li gorî rojnamevan gule li hin cenazeyan ketibûn. Nûçegihanê AFP’ê got ku wî karî bikeve girtîgeha ku deriyê wê “vekirî” bû û “hema bêje ti kes” lê nebû.

Di daxuyaniya ji aliyê hikûmeta Haîtî ve hatî dayîn de, hat diyarkirin ku şeva Şemiyê polîsan hewl daye ku bersiva “êrîşên çeteyên sûc ên li ser Girtîgeha Neteweyî û girtîgeha Croix des Bouquets bidin”.

Hikûmetê got: “Di êrîşa li ser van girtîgehan de gelek girtî û personelên girtîgehê birîndar bûn.”

Li gorî Pîerre Esperance hîna nayê zanîn ka çend girtî ji girtîgeha Croix des Bouquest reviyane.

Haîtî ku welatekî xizan e, ji sal 2021’an dema serokkomar Jovenel Moîse di encama sûîqastê de hate kuştin û vir ve, bi krîzeke cidî ya siyasî, ewlehî û mirovî re rû bi rû ye.

Paytext Port-au-Prince jî di nav de, gelek herêmên welêt di bin serweriya çeteyan de ye.