Li Şerîda Xezeyê heta niha 30 hezar û 717 kes hatin kuştin

Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku di roja 152'emîn a şer de weşand, di êrîşên Îsraîlê de heta niha herî kêm 30 hezar û 717 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê heta niha herî kêm 30 hezar û 717 kes hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Li gorî daxuyaniyê, di nava 24 saetên dawî de 86 Fîlîstînî hatin kuştin. Hate ragihandin ku ji destpêka şer û vir ve jî 72 hezar û 156 kes birîndar bûn.

Li eniya Lubnanê jî şer û bombardûman dewam dike. Hîzbûllahê ragihand ku 5'ê Adarê di êrîşa Îsraîlê de endamekî wan, bav û dayika wî hatin kuştin. Li gorî medya Lubnanê ji 8'ê Cotmehê û vir ve 234 endamên Hîzbûllahê hatin kuştin.

Li aliyê din çend roj beriya destpêkirina meha Remezanê danûstandinên ji bo agirbestê jî xitimîn.

Danûstandinên li ser agirbestê li Qahîreyê têne meşandin.