Li Bûrkîna Fasoyê di nava rojekê de 170 kes hatin kuştin

Li Bûrkîna Fasoyê, ku di bin desthilatdariya leşkeran de ye, di nava rojekê de li sê gundan komkujî hate kirin. Hate ragihandin ku nêzî 170 kes hatine kuştin.

Dozgerê Komarê yê Oûahîgoûya ku li bakurê welêt e Aly Benjamîn Coûlîbaly roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku li gorî agahiyan di 25'ê Sibatê de li gundên Komsîlga, Nodîn û Soroe yên li wîlayeta Yatenga ya li hreêma Bakur komkujî hatiye kirin.

Dozger qala kujeran nekir, lê belê diyar kir ku nêzî 170 kes hatine înfazkirin. Her wiha birîndar jî hene û xisara madî li herêmê bûye.

Her wiha ragihand ku tîmeke ji mufetîşan 29'ê Sibatê çûye serdana wan gundan ku lêkolînê bike.

Şêniyên xwecihî yên ku AFP'ê re axivîn, diyar kirin ku gelek ji qurbaniyan jin û zarok bûn.

Çavkaniyên ewlekarî û xwecihî ji AFP'ê re ragihandin ku heman rojê li Natîoboaniyê li mizgeftekê, li gundê Essakaneyê jî li dêrekê êriş hatiye kirin û bi dehan kes hatine kuştin. Têkildarî van êrişan hejmareke fermî nehate parvekirin.

Li Bûrkîna Faso ku artêşê di sala 2022'an de bi zordarî dest danî ser desthilatdariyê, ji sala 2015'an û vir ve ji ber êrîşên El Qaîde, DAÎŞ'ê û bûyerên tundiyê yên hêzên çekdar ên artêşê û komên piştgiriya wan dike nêzî 20 hezar mirov hatin kuştin, zêdeyî 2 milyon mirov jî ji cih û warê xwe bûn.

Li gorî Acledê ku saziyek li ser mijarê dixebite, tenê meha Çileyê 439 kes di van bûyerên tundiyê de hatin kuştin.