Îsraîlê di 5 mehan de êrîşî '4 hezar û 500 hedefên Hizbullahê' kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şerê li Xezeyê heta niha 4 hezar û 500 hedefên Hizbullahê yên li Lubnan û Sûriyeyê xistine.

Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê ragihand ku şerê navbera Îsraîl û Hemasê li Xezeyê ku pênc meh berê dest pê kiriye heta niha êrîşî "nêzîkî 4 hezar û 500 hedefên Hizbullahê" li Lubnan û Sûriyeyê kirine.

Hat îddîakirin ku di van êrîşan de "zêdetirî 300" endamên Hizbullaha hevalbendê Hamasê hatine kuştin.

7’ê Cotmehê roja ku şerê li Xezeyê dest pê kir, rojane di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê pevçûn diqewime û ev jî rê li ber fikarên teqîneke herêmî vekir.

HIZBULLAH JI 100’Î ZÊDETIR FUZE AVÊTIN

Ji aliyê din ve Wezîrê Ewlekariya Netewî ya Îsraîlê Îtamar Bin-Gvir bang li Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê zêdetir bike.

Bin-Gvir got, "Gallant, artêş di bin berpirsyariya te de ye. Hûn li benda çi ne? Zêdeyî 100 fuze, 100 fîşek davêjin dewleta Îsraîlê û hûn bêdeng dimînin? Divê em niha dest bi êrîş û şer bikin."

Hizbullahê ragihand ku ji bo tolhildana du êrîşên Îsraîlê yên şeva Duşemê li ser Bekaayê pêk anîn, vê sibê "zêdetirî 100 fuzeyên Katyûşa" avêtine Îsraîlê.