Ji Çîn, Rûsya û Îranê tetbîqata leşkerî ya hevpar

Hêzên deryayî yên Çîn, Rûsya û Îranê wê vê hefteyê li Kendava Ûmmanê tetbîqateke leşkerî ya hevpar lidar bixin.

Wezareta Parastinê ya Çînê diyar kir ku armanc ji vê tetbîqatê ew e ku "Ewlehiya deryayê ya herêmî bi hevkarî bê parastin".

Tatbîqat wê roja Înê bi dawî bibe. Di daxuyaniya roja Duşemê de hate ragihandin ku Çîn wê destroyera fuzeyê Ûrûmqî, firkateyna fuzeyê Lînyî û keştiya îkmalê Dongpînghûyê bişîne.

Li gorî medya dewletê ya Rûsyayê jî ji fîloya Pasîfîk a Rûs a bi serkêşiya krûvazora Varyag keştiyek bi vê armancê roja Duşemê gihîşt bendergeha Çabahar a Îranê.

Tetbîqat di demeke welê de tê kirin ku ji ber şerê li Xezeyê û êrîşên Hûsiyên Yemenî yên li Derya Sor, zemîneke nearam li herêmê heye.

Ev her sê welatên ku li dijî hegemonya Emerîkayê xwedî daxwazeke hevpar e, meha Adarê ya derbasbûyî li herêmê tetbîqatên hevpar kiribûn.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hate gotin, "Armanca bingehîn a tetbîqatê misogerkirina ewlehiya karên aborî yên deryayî ye."