Rûsyayê bertek nîşanî Elmayayê da

Tê îdîakirin ku di navbera hin leşkerên Elman de li ser mijara sewqiyata çekan a ji Ûkraynayê re axaftinek çêbûye û li ser torên dîjîtal hatine parvekirin. Kremlînê jî bertek nîşan da ku Rojava ‘rasterast destwerdana’ Ûkraynayê dike.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov bi daxuyaniyekê anî ziman ku ev axaftin ku rastbûna wan ji aliyê hikûmeta Elman ve hatiye teyîdkirin ‘nîşan dide ku dubare Rojava bi awayekî kolektîf rasterast destwerdana şerê li Ûkraynayê dike.’

Peskovî ev yek jî anîn ziman: ‘’Em di qeydan de dibînin ku li ser navê Bûndeswehrê derbarê êrîşa li ser axa Rûsyayê de nîqaşên berfireh û berbiçav hene. Her tişt bi awayekî eşkere li holê ye.’’

Ev daxuyanî di kêliyên ku Sefîrê Elmanyayê roja Duşemê bi Wezareta Derve ya Rûsyayê hevdîtin pêk dianî de, hate dayîn.

Li gorî ajansên Rûsî Sefîrê Elman Alexander Graf Lambsdorff bêyî ku tiştekî bibêje ji wezaretê derketiye.

Roja Înê qeydên dengî yên vîdeokonferansa di navbera leşkerên Elman de li ser torên dîjîtal ên Rûsyayê hate weşandin.

Rayedarên Elman roja Şemiyê bi daxuyaniyekê piştrast kirin ku qeydên berbehs ‘hatine bidestxistin’ û rast in.

Di qeydên axaftinê de beşdar li ser îhtimala ji Kîevê re dayîna mûşekên dûravêj ên Elmanyayê û ji bo ku hêzên Ûkraynî van bi kar bîne hewcehiya wan bi çi heye û  bandorên wan ên muhtemel tê nîqaşkirin.

Naveroka axaftinan ji bo Elmanyayê weke şermeke mezin hate nirxandin û her wiha Berlîn bi egera metirsiya zêdebûna şerê heyî, dayîna mûşekên berbehs bi awayekî fermî red dike.