Bîden: Netanyahû zerarê dide Îsraîlê.

Serokê DYE'yê Joe Bîden ji qenaleke televîzyonê re axivî û anî ziman ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ji fêdê bêhtir zerarê dide welatê xwe.

ŞERÊ ÎSRAÎL-HAMASÊ

Serokê DYE'yê Joe Bîden ji MSNBC re axivî û helwesta Serokwezîrê Îsraîlê ya di şer de rexne kir û got, "Di mijara jiyana mirovên bêguneh de divê hîn bêhtir baldar be."

Joe Bîden anî ziman ku helwesta Netanyahû ya di şerê Xezeyê de ji fêdê bêhtir zerarê dide Îsraîlê û got, "Mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze. Mafê xwe heye ku êrîşên li ser Hamasê dewam bike. Lê belê di mijara jiyana mirovên bêguneh de divê hîn bêhtir baldar be." Bîden got, "Bi dîtina min ji fêdê bêhtir zerarê dide Îsraîlê."