Li gorî DYE'yê Îsraîlê agirbest qebûl kir, li gorî Hamasê 48 saet divê

Di roja 149'an a Şerê Xezeyê de DYE'yê ragihand ku Îsraîlê plana agirbestê qebûl kiriye. Îsraîlê hîn piştrast nekir. Hamasê jî diyar kir ku eger Îsraîl daxwazê wan qebûl bike di nava 24-48 saetan de agirbest dikare pêk were.

Ji bo agirbesta di meha Remezanê de roja Yekşemê li Qahîreyê danûstandin jinûve destpê dikin.

Li gorî çavkaniyên nêzî Hamasê, şandeya Hamasê wê 'bersiveke fermî' bide pêşniyara ku ji aliyê şandeyên Qadar, DYE, Misir û Îsraîlê ve hatiye amadekirin.

Di pêşniyarê de tê gotin, ji bo 'asta destpêkê' şeş hefte navber ji şer re bê dayin û di berdêla Fîlîstîniyên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine girtin 42 dîlgirtiyên li Xezeyê bêne berdan.

LI GORÎ DYE'YÊ ÎSRAÎLÊ QEBÛL KIR

Rayedarekî Emerîkî yê payebilind ê li Washîngtonê roja Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku Îsraîliyan plan 'kem zêde qebûl kirine' û niha bal li ser Hamasê ye. Îsraîlê ev agahî piştrast nekir.

HAMAS: DI NAVA 24-48 SAETAN DE AGIRBEST DIBE KU PÊK WERE

Rayedarekî payebilind ê Hamasê roja Yekşemê ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku eger Îsraîl daxwazên Hamasê qebûl bike wê li Şerîda Xezeyê di nava 24-48 saetan de agirbestek karibe bê ragihandin.

Ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşa Hamasê ya  li ser xaka Îsraîlê û vir ve di şer de, li gorî bîlançoya Hamasê di nava pênc mehan de li Şerîda Xezeyê piraniya wan sivîl 30 hezar û 320 kes hatin kuştin.

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê bû sedema felaketeke giran a mirovî. Berdevkê saziya alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî OCHA Jens Laerke diyar kir ku ji nifûsa 2.4 milyon kesî nêzî 2.2 milyon mirov di bin gefa xelayê de ne.