Konseya Ewropayê: Li Tirkiyeyê azadiya îfadeyê gihîştiye asta xetereyê

Konseya Ewropayê ji ber binpêkirina azadiya îfadeyê ya li Tirkiyeyê alarmek da. Konseyê bi taybetî ji xetereya xwe-sansûra rojnamevanan a ji ber rêveberiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi fikar e.

Tirkiye yek ji 46 welatên endamên Konseya Ewropayê ye. Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dunja Mijatovic têkildarî azadiya îfadeyê û medyayê destnîşan kir ku rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û civaka sivîl “di nava zordestî û zextên qanûnî yên sîstematîk ên dijminane de” xebatên xwe dimeşînin.

Dunja Mijatovic got ku xirabûna azadiya îfadeyê rê li ber gelek binpêkirinên mafên mirovan vekiriye û anî ziman ku gihîştiye "astên pir metirsîdar”.

Komîser got, "Ziyana li azadiya çapemenî û îfadeyê dibe sedema birînên kûrtir û dibe sedema xwesansûra rojnamevan û çapemeniya serbixwe."

Dunja Mijatovic a ku peywira wê di 1’ê Nîsanê de bi dawî dibe, bal kişand ser "zexta domdar û hevgirtî" ya "bêdengkirina dengên rexnegir" ên rojnamevan û parêzeran.

Seroka  Konseya Ewropayê ya Boşnakî Mijatovic, li ser sînordarkirina azadiyê got ku "Zexta polîsan a hovane", "girtina komî" û darizandina xwepêşandanên aştiyane, xemgîniya xwe anî ziman.

Komîser bi taybetî ji ber qedexekirina xwepêşandanên jin, LGBT û aktîvîstên hawirdorê xemginiya we anî ziman û got, "Bi taybetî cihê xemgîniyê ye ku meşa ku li Stenbolê bi boneya 8'ê AdarêRoja Jinan a Cîhanê bê lidarxistin, 8 sal in qedexe ye.”

Dunja Mijatovic ji ber nebûna serbixwebûna dadweriyê "xeterek hebûnî li ser serweriya qanûnê" dibîne.

Komîserê bang li Enqereyê kir ku girtiyên wijdanê serbest berde, qanûnên xwe yên sînordar binirxîne û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bîne.