Hûsiyan ragihandin ku di meha rojiyê de wê êrîşên xwe zêdetir bikin

Hûsiyên Yemenê gef xwarin ku wê di meha rojiyê de êrîşên xwe yên li Derya Sor zêde bikin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê fermandariya Rojhilata Navîn a artêşa DYE'yê (Centcom) ve hat dayîn de hat ragihandin ku piştî êrîşa li dijî keştiya li Derya Sor, wan 6 êrîş li dijî herêmên di bin kontrola Hûsiyên Yemenê de pêk anîne û got ku di encamê de balafirek bêmirov ê binav û fûzeyên balîstîk ên li dijî keştiyan îmha kirine.

Li gorî Ajansa ewlekariya deryayî ya Îngilîz (UKMTO) keştiya navborî dabû xuyakirin dema li başûrê rojavayê bendera Selîfa a Yemenê bû li nêzî wê teqînek hatiye bihîstin. Centcom, diyar kir ku keştiya bi navê Pînocchio ya “Sîngapûrê ye û bi ala Lîberyayê bû.” Li gorî UKMTO û Centcom’ê, personel di ewlehiyê de ne û keştî xisar nedîtiye.

Hûsiyan di saetên şevê de dan xuyakirin ku êrîş wan pêk aniye û gotin ku wan bi zanabûn keştiyê hedef girtine.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Yemenê Saba jî ragihand ku Emarîka li herêma Saada ya bakurê Yemenê ku di bin kontrola Hûsiyan de ye êrîş pêk anîne.

Hûsiyên ku beşeke mezin a xaka Yemenê kontrol dikin, ji meha Mijdarê û vir ve li Derya Sor û Kendava Adenê gelek êrîş li dijî keştiyan pêk anîn û trafîka deryayî ya li vê herêmê ku ji bo bazirganiya cîhanê gelekî girîng e asê kirine. 

Hûsiyên ku ji aliyê Îranê ve tên destek kirin, ragihandin ku piştî êrîşên Îsraîl ya li ser Şerîda Xezeyê ji bo 'piştgiriyê' bidin Filîstîniyan ew çalakiyên xwe pêk tînin.

Di daxuyaniya ku bi şev ji aliyê Hûsiyan ve hat dayîn de, hat ragihandin ku ew ê bi armanca piştgiriya Filîstiyên li Şerîda Xezeyê di meha rojiyê de jî êrîşên xwe zêde bikin.