Li Îranê di sala 2023’yan de herî kêm 834 kes hatin îdamkirin

Li gorî saziyên civakî yên sivîl li Îranê di sala 2023’yan de herî kêm 834 kes hatin îdamkirin. Di 20 salên dawî cara duyem hejmara înfazê ji 800’ê derbas kir.

Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ku navenda wê li Norweç e û Yekîtiya Li dijî Cezayê Îdamê (Ensemble contre la peine de mort-ECPM) ku navenda wê li Parîsê ye, rapora salane weşand. Li gorî raporê di sala borî de li Îranê herî kêm 834 kes hatin îdamkirin.

Saziyên civakî yên sivîl diyar kirin ku li gorî sala 2022’yan ji sedî 43 fikar zêde bûne û destnîşan kirin ku di sala 2015’an de 972 înfaz pêk hatibûn û ji wê salê û vir ve sala ku herî zêde îdam lê çêbûyîn, sala 2023’yan e.

Saziyên civakî yên sivîl têkildarî cezayê îdamê ev rapora 16’emîn diweşîne. Her wiha di raporê de wiha hate gotin: “Di sala 2023’yan de hejmara înfazê heqiya (…) Di 20 salên dawî de ev cara duyem e ku hejmara înfazê ji 800’ê derbas dike.”

Bi Çîn û Siûdî Erebistanê re, Îran yek ji welatên ku herî zêde îdam lê çêdibin e. Li Îranê îdam bi darizandinên derhiqûqî pêk tên.

Li gorî raporê di sala 2023’yan de herî kêm 471 kes ji ber sûcên tiryakê, 282 kes jî ji ber cînayetê hatin îdamkirin. Sala borî herî kêm 22 jin hatin îdamkirin, ev rêje di 10 salên dawî de bû hejmara herî mezin.

Saziyên civakî yên sivîl di rapora bi 100 rûpelî de, diyar kir ku piştî serhildana dawî cezayê mirinê weke “amûrê zexta siyasî” tê bikaranîn.

Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, di Îlona 2022’yan de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaq ve hate qetilkirin û piştre serhildaneke ku mîna wê nehatî dîtin, destpê kiribû.

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmood Amîry-Moghaddam di daxuyaniya dayî de, wiha got: “Tirsandina civakê yekane rê ye ku rejîm xwe li ser deshilatdariyê bigire û cezayê mirinê jî amûra vê ya herî girîng e.”

Li gorî saziyên civakî yên sivîl, di sala 2023’yan de di navbera kesên hatine înfazkirin de herî kêm 8 xwepêşander hene.

Mahmood Amîry-Moghaddam diyar kir ku ew bi fikar in ku ji ber şerê Îsraîl û Hamasê li dijî van înfazan “nerazîbûneke navneteweyî ya xurt” neyê nîşandan.