Li Xezeyê di 4 mehan de zêdeyî 12 hezar û 300 zarok hatin qetilkirin

Saziya Alîkariya bi koçberên Fîlîstînî re ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ragihand, ku li Xezeyê di nava 4 mehan de zêdeyî 12 hezar û 300 zarok hatine kuştin.

ŞERÊ LI XEZEYÊ

Serokê UNRWA’yê Fîlîppe Lazzarînî wiha got: “Ev şer şerekî li dijî zarokan e. Şerekî li dijî zarokên wan û siberoja wan e.

Li Xezeyê hejmara zarokên di nava 4 mehan de hatine kuştin, ji hejmara zarokên ku di hemû şerên cîhanê de di nava 4 salan de hatine kuştin, hîn zêdetir e.”

Lazzarînî di peyama xwe de qala daneyên Neteweyên Yekbûyî kir ku nîşan dide di navbera salên 2019-2022’yan de di şerên li seranserê cîhanê de 12 hezar û 193 zarok hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê bi raporeke di navbera meha Cotmeh û dawiya meha Sibatê de ragihandibû ku li xaka Fîlîstînê zêdeyî 12.300 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di bombebaran û êrişên bejahî yên Îsraîlê de, li Xezeyê herî kêm 31 hezar û 184 Fîlîstînî hatin kuştin ku piranî ji wan jin û zarok bûn.