Li Fransayê pêşnûmeya têkoşîna li dijî nijadperestî û dijsemîtîzmê hat amadekirin

Pêşnûme qanûna têkoşîna li dijî nijadperestiyê ku roja Çarşemê 6’ê Adarê li Parlamentoya Fransayê dest bi xwendina yekemîn kir, redkirina sûcê li dijî mirovahiyê weke sûc tê pênasekirin.

Li paytexta Fransa Parîsê roja Înê Cihûyekî şêst salî dema ji Hewrayê derket rastî êrîşê hatibû û çend roj şûnde parlamenteran bi armanca girankirina cezayên ji bo heqaretên nijadperestî û dijsemîtîk pêşkeşî Parlamentoyê kiribûn. Pêşnûme qanûn roja Çareşemê 7'ê Adarê di rûniştina yeken de hat qebûlkirin. Endamên rastgir ên tundrew ên Rassemblement National (RN), çepgir La France insoumise (LFI) û komên Gauche démocrate (Çepên Demokrat) û Républicaine (Komarparêz) di dengdayînê bê alî man. Pêşnûme wê bişînin Senatoyê.

Nivîsa ku ji hêla Mathieu Lefèvre (Parlamenterê Ronesansê) ve hatî şandin înkarkirina Holocaust (Qirkirina Cihûyan) tê de cih digire. Sûcên “Weke mînak di şîrketekê, karûbarek giştî an di komek WhatsAppê de têne kirin" jî di vê pêşnûmeyê de têne destnîşan kirin.

Lefèvre di daxuyaniya xwe ya ji bo Le Figaro de got, "Di demeke ku retorîka dijsemîtîkî belav dibe de divê bersiva hiqûqa tund be."

Di demeke ku ji Cotmehê vir ve pevçûnên di navbera Hamas û Îsraîlê kiryarên dijsemîtîk zêde bûne de pêşnûme qanûn hat amadekirin.

Li gorî daneyên ku Wezareta Karên Hundir dane Le Figaro û ji aliyê Crif (Meclîsa Nûnertiya Saziyên Cihûyan li Fransayê) ve di dawiya meha Çileyê de hat piştrastkirin ku di sala 2023'an de 1669 çalakiyên dijsemîtîk hatine tomarkirin.

Li gorî parlamenter Lefèvre, metna ku ji plana têkoşîna li dijî nijadperestî û dijsemîtîzmê ku ji hêla serokwezîra berê Elisabeth Borne ve di sala 2023’yan de hatî pêşkêşkirin, tê payîn ku wê were pejirandin.