NY: Li Îranê zexta li dijî jinan rê li ber sûcên dermirovahî vekir

Li gorî raporeke pisporên Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), li Îranê xwepêşandanên aştiyane bi tundî tên serkutkirin û ‘cudakariya sazûmanî’ ya li dijî jin û zarokan rê li ber sûcên dermirovahî vekiriye.

Pisporan di rapora ku di 8’ê Adarê de hate weşandin de ragihandin ku gelek binpêkirinên mafên mirovan ên cîdî yên weke; ‘Kuştin, girtin, êşkence, destdirêjî û cûreyên din ên tundiya zayendî, zext, windakirinên bi zorê û kiryarên din ên dijmirovî’ rê li ber sûcên dermirovî vekiriye.

Komîsyona Mafên Mirovan ev lêkolîna pisporane ku rayedarên Îranê qebûl nekirin ku  beşdarî vê lêkolînê bibin,  piştî qetilkirina Jîna Emînîyê dane destpêkirin. Jîna Emînî (22) ya ciwan a Kurd, di Îlona 2022’yan de li Tehranê bi hinceta ku serê xwe baş nenuxumandiye hatibû binçavkirin û qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînîyê serhildaneke gelekî mezin dest pê kiribû. Ev serhildan li seranserê cîhanê weke serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’yê hate binavkirin.

Li gorî pisporan, rayedaran piştî qetilkirina Jîna Emînî ji bo  tepeserkirina xwepêşanderên ku daketin kolanan, hemû hêzên xwe yên ewlehiyê seferber kirine.

Li gorî raporê herî kêm 551 xwepêşander ku ji wan 49 jin û 68 kes jî zarok in, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin. Piraniya kuştinan bi taybet jî bi çekên êrîşê pêk hatine.

Komîsyona lêpirsînê destnîşan kir ku ‘di bûyerên ku hatine lêkolînkirin de, hêzên ewlehiyê hêzeke zêde bi kar anîne û vê yekê jî rê li ber kuştin û birîndarkirina neqanûnî ya xwepêşanderan vekiriye.

Di raporê de hate diyarkirin ku ‘gelek xwepêşander ji çavên xwe hatine  birîndarkirin û ev yek jî bûye sedema korbûna bi dehan jin, mêr û zarokan.’ Her wiha di raporê de hate eşkerekirin ku derbarê kuştinên bêdaraz de delîl hatine bidestxistin.