Li Xezeyê hejmara miriyan gihîşt 30 hezar û 631’an

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha di encama êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê hejmara miriyan gihîştiye 30 hezar û 631’an. Dewletên navbeynkar jî hevdîtinên agirbestê didomînin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 151’emîn a şer de daxuyaniyek da û ragihand ku li Şerîda Xezeyê 30 hezar û 631 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniyê di 24 saetên dawiyê de 97 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji destpêka şerî heya niha 72 hezar 43 kes jî birîndar bûne.

ÎSRAÎL HEWL DIDE KU AJANSA UNRWA WERE GIRTIN 

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) 2,2 mîlyon Xezeyî ku piraniya nifûsê ji wan pêk tê bi xelayê re rû bi rû ne û alîkariyên mirovî têvî ku zêde pêwîst in jî gelekî kêm in. Ev rewşa xirab ji ber rageşiyên di navbera Ajansa Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) û Îsraîlê de zêdetir dike ku Îsraîl dixwaze UNRWA bê girtin.  Îsraîl Unrwayê bi hinceta ku ew li Hamas û Xezeyê û ji rêxistinên din zêdetirî 450 terorîstan re kar dike, tawanbar dike û îdîa dike ku 12 xebatkarên wê beşdarî êrîşa 7’ê Cotmehê  bûne. Serokê Unrwayê, Phîlîppe Lazzarînî di Civîna Gıştî ya Neteweyên Yekbûyî de got ku fikra girtina ajansê ‘xirabiyeke’ mezin e.

HEVDÎTINÊN AGIRBESTÊ 

Her wiha dewletên navbeynkar ên weke Misir, Emerîkî û Qeterê jî  hewl didin ku di navbera her du aliyan de lihevkirinekê pêk bînin û li şûna girtiyên Filistînî yên ku di destê Îsraîlê de rehîneyên li Xezeyê bên berdan.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku sereketirîn hevalbendê Îsraîlê ye, di mijara agirbestê de israr dike.

Cîgira Serokê DYE’yê Kamala Harrîs roja Duşemê bi  Benny Gantz re hevdîtinek pêk anî ku Gantz reqîbekî girîng ê sîyasî yê Binyamîn Netanyahûyî ye û di hevdîtinê de anî ziman ku ew ji bo Xezeyê gelekî xemgîn e û bang li Hamasê kir ku ‘şertên tên nîqaşkirin’ qebûl bike.

Hamas jî beriya lihevkirinekê daxwaza agirbesteke tam,  zêdekirina alîkariyên mirovî yên ji bo Şerîda Xezeyê û vekişandina artêşa Îsraîlê ji Şerîda Xezeyê dike.

Îsraîl jî van şertan red dike û dibêje ku heya ew Hamasê bi temamî ji holê raneke ew êrîşên xwe nade sekinandin.