Hikûmeta Îranê: Beşdariya hilbijartinan ji sedî 41 e

Hikûmeta Îranê ragihand ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinên parlemanto û Meclîsa Pisporan ku roja înê pêk hat, %41 e.

Rêjeya beşdarbûna dengdêran di hilbijartinên parlemantoyê de ji destpêka Şoreşa Îslamî ya 1979’an vir ve herî kêm bû. Beriya hilbijartinan gelek koman banga boykotê kirin. Xuya ye ku boykot bi bandor e, bi taybetî di van hilbijartinên yekem de piştî serhildana bêhempa ya Jin Jiyan Azadî ku piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî li Tehranê di Îlona 2022’an de dest pê kir.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Muhsîn Îslamî diyar kir ku ji 290 kursiyan namzetên alîgirên rejîmê di tûra yekemîn de 200 kursî bi dest xistin.

TENÊ 11 JIN HATIN HILBIJARTIN

Her wiha 45 parlementerên nû yên wek bi feraset, muhafazakar û serbixwe jî hatin hilbijartin. Lêbelê, ev yek ji wan kesan bûn ku piştî erêkirina dewletê piştî kontrolên hişk bûn namzet. Ji kursiyên bi dest xistine tenê 11 heb a jinan e.

Rayedaran bi giranî rê li siyasetmedarên ku pir caran wekî reformxwaz têne binavkirin û dixwazin di rêvebirina welat de guherînê pêk bînin,, ji beşdarbûna hilbijartinan qedexe kirine.