Fîlîpîn-YE 'demeke nêz' dest bi danûstandinên bazirganiya serbest dikin

Fîlîpîn ku welatekî li başûrrojhilatê Asyayê ye û ji aliyê bazirganiyê ve bi giranî bi Çînê ve girêdayî ye, ji bo 'aboriya xwe hîn xurt bike' dixwaze hevkariyê bi welatên cuda re bike.

Wezîrê Karên Derve yê Fîlîpînê Enrîqûe Manalo roja Duşemê ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku ew li bendê ne danûstandinên li ser peymana bazirganiya serbest a navbera Fîlîpîn û Yekîtiya Ewropayê (YE) di 'demeke nêz' de destpê bike.

Wezîr destnîşan kir ku ji bo 'xurtkirina aboriyê' ew dixwazin hevkariya bi welatên din re xurt bike.

Manalo got, "Em hêvî dikin ku di demeke gelekî nêz de bi Yekîtiya Ewropayê re dest bi danûstandinên bazirganiya serbest bikin."

Manîla bi mehan e pêşhevdîtinan dike ku karibe peymana bazirganiya serbest bi Yekîtiya Ewropayê re pêk bîne.

Li gorî Manalo 'ewlehiya aboriyê ya hîn zêdetir û nermahiya aboriyê ya hîn zêdetir' wê tevkariyê li 'ewlehiya neteweyî' bike.

Wezîr Manalo anî ziman ku bi xurtkirina hevkariya li qada mînarelên bingehîn, zêdekirina karê xebitandinê yên li Fîlîpînê wê hewl bidin xeleka tedarikê ya heyî xurt bikin.