Li Koreya Başûr greva bijîşkên ciwan bû sedema kaosê

Li Koreya Başûr greva bijîşkên ciwan bû sedema kaosê û hikûmetê gefa cezakirinê li bijîşkan xwar.

Bijîşkên ciwan ji bo protestokirina reforma perwerdeya tibê grev dan destpêkirin û vê yekê jî di nexweşxaneyan de rê li ber kaosê vekir.

Hikûmeta Koreya Başûr roja Duşemê ragihand ku hikûmetê prosedora jikaravêtina zêdetirî 4 hezar 900 bîjîşkên stajyer ku dev ji kar berdane, daye destpêkirin.

Nêzîkî 12 hezar bijîşkên stajyer roja Duşemê li dijî daxwazên hikûmetê yên vegera kar derketin û neçûn nexweşxaneyan.

Greva bijîşkan gelekî bandor li pergala tenduristiyê kir ku heya hikûmet neçar ma roja Duşemê bijîşkên leşkerî seferber bike.

Rayedarên hikûmetê ragihandin ku bijîşkên ku demildest vegerin ser karê xwe wê neyên cezakirin.

Bijîşk li Koreya Başûr plana hikûmetê ya zêdekirina hejmara xwendekarên tibê protesto dikin û beravajî vê yekê jî hikûmet dibêje personelên tenduristiyê kêm in.

Bijîşk jî li dijî plana hikûmetê ya zêdekirina xwendekarên tibê derdikevin û dibêjin ku zêdekirina xwendekarên tibê  wê rê li ber kêmbûna standardên bijîşkan veke û di encamê de wê kalîteya lênêrînê kêm bibe.