Li Nîjeryayê li dibistanekê zêdeyî 280 xwendekar hatin revandin

Li bakurrojavayê Nîjeryayê di êrîşeke çekdarî de ya li ser dibistanekê herî kêm 280 xwendekar hatin revandin.

LI EFRÎKAYÊ ÊRÎŞÊN ÇETEYAN

Li Nîjeryayê ku yek ji welatên herî qelebalix ên Efrîkayê ye, revandina komî ya ji bo fîdyeyê dibe sedema pirsgirêkeke mezin. Rayedar bi rengekî cidî tedbîran wernagirin.

Rayedarekî xwecihî yê eyaleta Kadûnayê diyar kir ku roja Pêncşemê li dibistana Kûrîgayê gelek xwendekar hatine revandin.

Li gorî yek ji mamosteyên dibistanê Sanî Abdullahî, kesên çekdar gule berdan hewayê û gelek xwendekar revandin.

Heman çavkanî got, "Li dibistana navîn a Kûrîgayê 187 zarok winda ne, li dibistana seretayî 125 zarok winda ne. Lê belê 25 vegeriyan."

Sanî Abdullahî got, "Zêdeyî 280 zarok hatin revandin."

Rayedarên xwecihî û polîsan hîn hejmarek eşkere nekirine.

Salên dawî çete bi taybetî li eyaletên bakurrojava yên Nîjeryayê êrîşî dibistanan kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî li pişt êrîşê Dewleta Îslamî ya Efrîka ya Rojava (ÎSWAP) heye ku bi ser DAÎŞ'ê ve ye.