Fîlên Asyayê golikên xwe yên mirî vedişêrin û şîna wan digirin

Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê zanyarên li Hindistanê ve hatiye kirin, fîlên Asyayê golikên xwe yên mirî vedişêrin û xemgîniya xwe bi deng tînin ziman.

Di lêkolînê de tevgerên fîlan ên ku dişibin veşartin cenazeyên mirovan hatin ditîn.

Di wêne û dîmenên ku di çarçoveya lêkolînê de hatine parvekirin de, keriyek fîlên Asyayê (Elephas maximus) ji daristanê derdikevin, ber bi mêrgê ve diçin û bi xurtumê yan jî lingên golika xwe mirî hildigirin. Cenazeyê golika xwe dibin cihê ku wê lê veşêrin. Piştre berî ku wê veşêrin, bi baldarî datînin nav çalekê. Di dîmenan de çar lingên wê xuya dikin û li ser piştê hatiye veşartin. Du zanyarên Hîndistanî diyar kirin ku di her lêkolînê de wan vê yekê bi çavên xwe ditîne.

Peywirdarê Xizmeta Daristana Hindistanê Parvin Kaswan û  lêkolînerê Enstîtuya Perwerdehî û Lêkolînên Zanistî ya Hindistanê Akashdeep Roy diyar kirin kudi sala 2022 û 2023’yan de li bakurê Bengala Rojavayê pênc deverên ku  golikên fîlan lê hatine veşartin dîtine.

Li gorî lêkolîna ku di destpêka meha Adarê de di Journal of Threatenedê de hate weşandin, temenê pênc çgolikan, sê mê û du nêr, di navbera sê meh û salekê de bûn; analîzên piştî mirinê destnîşan kirin ku ji ber enfeksiyonê bêhnçikandinê mirine û mirina wan xwezayî ne.

Li gorî texmînan 26,000 fîlên Asyayê li çolê dijîn, bi piranî li Hindistanê, lê çendek jî li  Başûr-Rojhilatê Asyayê têne dîtin. Ev ajalên balkêş di navbera 60 heta 70 salan dijîn. Fîlên Asyayê ji aliyê Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê ve di xetereyê de têne dîtin.