CÎHAN
Hemû Nûçe
-
CSIS: Di şerê Ûkraynayê de hejmara windahiyan gihîştiye 1,4 milyonî
Li gorî rapora Navenda Xebatên Navneteweyî û Stratejîk (CSIS) ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye, ji destpêka şerê li Ûkraynayê heya niha hejmara windahiyên leşkerî (mirî û birîndar) gihîştiye 1,4 milyonî. -
Li gorî Xamaney pêşniyara DYE'yê li dijî berjewendiyên neteweyî ye
Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney diyar kir ku mafê DYE'yê nîne ku li ser miajra dewlemendkirina ûranyûmê gotinekê bibêje. -
Koalîsyona hikûmeta Holandayê hilweşiya, Serokwezîr îstifa kir
Piştî Partiya Azadiyê ya rastgir a tundrew ji koalîsyonê vekişiya, hikûmeta Hollandayê hilweşiya û tê payîn ku li welat hilbijartinên pêşwext were lidarxistin. -
NY: Êrîşa li ser sivîlên li navenda alîkariyê sûcê şer e
Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, êrîşên li hemberî sivîlên li nêzî navendên alîkariyê yên li Şerîda Xezeyê weke ‘sûcên şer’ pênase kir. -
IHR: Li Îranê di meha Gulanê de herî kêm 152 kes hatin darvekirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) rapora meha Gulanê weşand û ragihand ku lî Îranê herî kêm 152 kes hatine darvekirin. -
Lammy: Sûdan bi xirabtirîn bobelata mirovî a cîhanê re rû bi rû ye
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê David Lammy di daxuyaniyeke xwe ya forumeke Efrîqayê ya li bajarê Marakeş ê Fasê de got ku krîza li Sûdanê ‘’ xirabtirîn bobelata mirovî a cîhanê’’ ye. -
Balyozê Îsraîlê yê Emerîkayê: Fransa dikare li Côte d'Azurê dewletek Filistînî ava bike!
Balyozê Îsraîlê yê Emerîkayê bi tundî bertek nîşanî helwesta Fransayê ya li ser Filistînê da û anî ziman ku bila Parîs "beşek ji Côte d'Azur veqetîne" û li wir dewletek Filistînî ava bike. -
Li gel germa zêde jî zêdeyî milyonek kes çûn hecê
Ji bo hecê ku li Erebistana Siûdî vê hefteyê bi rengekî fermî destpê kir, zêdeyî 1.4 milyon Misilman gihîştin Mekkeyê. -
Îran 'garantiya' rakirina pêkanînan ji DYE'yê dixwaze
Tehranê di berdêla pêşniyara peymaneke nû ya têkildarî bernameya nukleerê de ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) garantiya şênber xwest. -
Li Nîjeryayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 200 kesî
Li bajarê Mokwa yê Nîjeryayê, ji ber lehiyê herî kêm 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
'Li cîhanê mafên karkeran tên binpêkirin, Tirkiye jî yek ji 10 welatên destpêkê ye'
Konfederasyona Sendîkayan a Navneteweyî (ITUC) rapora Endeksa Mafan a Salane ya 2025’an weşand û ragihand ku li seranserî cîhanê mafên karkeran tê binpêkirin. -
Li Behra Manşê rekor: Di rojekî de 1.194 koçber gihiştin Îngilîstanê
Hejmara koçberên ku ji bo xwe bigihînin Îngilîstanê Behra Manşê derbas kirin, di nava sala 2025’an de gihişt asta rekorê. -
Li Hindistanê karesata musonê: 32 kes mirin
Li bakurêrojhilatê Hindistanê di nava du rojên dawî de ji ber baranên muson lehî û hezazên qewimîn. Li gorî daxuyaniyên fermî, di karesatê de zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Xezeyê gule li mirovên li benda alîkariyê bû hate barandin: 22 kes mirin
Li Şerîda Xezeyê krîza mirovî giran dibe. Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê gule li sivîlan reşandin ku ber bi navenda alîkariyê ve diçûn û di encamê de herî kêm 22 kes mirin, zêdeyî 120 kes jî birîndar bûn. -
HBDH'ê hevrê Basavaraj û 27 şervanên gel bi hurmet bi bîr anî
Komîteya Rêveber a HBDH'ê pêşengê tevgera şoreşger a Hindistanê Basavaraj û 27 şervanên gel bi hurmet bi bîr anî û berxwedana HKP (Maoist) û sor silav kir. -
Îsraîlê bombe li baregeha leşkerî ya li Sûriyeyê barand
Îsraîlê bombe li gelek baregehên leşkerî yên li wîlayetên Lazkiye û Tartusê yên Sûriyeyê barand. -
Li Nîjeryayê ji ber karesata lehiyê herî kêm 88 kes mirin
Li Nîjeryayê barana zêde rê li ber karesata lehiyê vekir û gelek kes jiyana xwe ji dest dan. -
Macron: Ger em Xezeyê biterikînin tu ewlemendiya me namîne
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ger "Rojavayî pişta xwe bidin Xezeyê" û "destûrê bidin Îsraîlê" li hemberî cihanê tu ewlemendiya wan namîne. -
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: ‘Em ê li Şerîaya Rojava dewleta Yahudî ava bikin!’
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz ragihand ku ew ê li Şerîaya Rojava ku ji sala 1967’an û vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, “Dewleta Yahudî” ava bikin. -
Li Kuweytê hemwelatîbûna bi hezaran ku piraniya wan jin in hatin betalkirin
Li Kuweytê hemwelatîbûna bêhtirî 37 hezar kesan hat betalkirin; herî kêm 26 hezar ji wan jin in. Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku ev pêkanînên ku bêyî prosedur tên kirin, li dijî hiqûqa navneteweyî ne. -
Neteweyên Yekbûyî: Xeze bûye cihê herî zêde birçîmayî yê cîhanê
Berdevkê Ofîsa Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) got, "Xeze cihê herî birçîmayî yê cîhanê ye" û diyar kir ku gefa birçîbûnê li ser rêjeya ji sedî 100 a nifûsê heye. -
Şamê li gel şîrketên DYE, Qeter û Tirkiyeyî lihevkirineke 7 milyar dolarî îmze kir
Desthilatdariya Şamê li gel konsorsiyûmeke ku ji şîrketên DYE, Qeter û Tirkiyeyî pêk tê bi armanca jinûveavakirina sektora ceyranê ya ji şerî zirar dîtî, lihevkirineke enerjiyê ya 7 milyar dolarî îmze kir. -
Bêhtirî 300 hunermend ji bo rawestana şerê li Xezeyê bang kirin
Bêhtirî 300 hunermend, bang li hikûmetê kirin ku bila Brîtanya nebe hevparê komkujiya li Xezeyê û gotin: "Gotin têrê nakin, êdî dema çalakiyê ye." -
Nûnerê DYE'yê ji bo Sûriyeyê li Şamê ye
Nûnerê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack roja Pêncşemê gihîşt Şamê. -
Li Hartûmê ji ber kolerayê 2 rojan 70 kes mirin
Li paytexta Sûdan Hartûmê ji ber şewba kolerayê di nava du rojan de 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.