CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îranê li dor tesîsa nukleerê tetbîqateke berfireh kir
Îranê li nêzî tesîsa Natanzê ya dewlemendkirina ûranyûmê tetbîqateke berfireh da destpêkirin. Metirsî heye ku ji ber planên êrîşên mihtemel ên DYE’yê rageşî mezintir bibe. -
Koreya Bakur fuzeya hîpersonîk a nû ceriband
Koreya Bakur ragihand ku li herêma Pasîfîkê fuzeyeke nû ya hîpersonîk a ji bo 'jêvegerandina hemû hevrikan' bi rengekî serketî ceribandiye. Test roja Duşemê di dema serdana Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken a li Koreya Başûr hate kirin. -
Li Tîbetê bi pileya 7.1 erdhej: Herî kêm 53 kes mirin
Li herêma Tîbet a Çînê bi pileya 7.1 erdhej pêk hat û di encamê de herî kêm 53 kes jiyana xwe ji dest dan. -
DYE wê bi 8 milyar dolarî çekan bifiroşe Îsraîlê
Hate ragihandin ku çend roj beriya destpêkirina dema rêveberiya Trump, biryar hate dayin ku bi 8 milyar dolarî çek ji Îsraîlê re bê firotin. -
Wezîrê Edaletê yê nû yê Şamê kujerê jinan e!
Piştî jêmaya El Qaîde û DAIŞ’ê HTŞ li Şamê bû desthilat, Şadî El Weysiyê ku hat piştrastkirin dijmin û kujerê jinan e, bû Wezîrê Edaletê. -
Di nava çar salan de nêzî 60 hezar Tirk îltîcayî Emerîkayê kirin
Li gorî agahiyên dawî yên ji aliyê Saziya Parastina Gumruk û Sînor a DYE ve hatin ragihandin, hejmara penaberên di nava 4 salên dawî de bi awayekî qaçax ji Meksîkayê derbasî DYE bûn, nêzî 60 hezarî kes in. -
Di nava 24 saetan de li Xezeyê nêzî 90 kes hatin kuştin
Hate ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê, di nava 24 saetên dawî de nêzî 90 kes hatin kuştin. -
Credit Suisse wê muşteyên xwe yên bi Naziyan re 'têkildar' lêkolîn bike
Li Swîsreyê, ji ber îdîayên ku digotin li bankayên ser bi Credit Suisseyê hesabên pêwendiya xwe bi Naziyan heye ji nedîtî ve hatine, lêkolîn hate destpêkirin. -
Karîkaturîsta navdar sansur qebûl nekir û îstifa kir
Karîkaturîst Ann Telnaes wêneyê patronê rojnameya lê dixebite Jeff Bezos çêkir ku li ber Donald Trump daket ser çoka xwe û pere dida Trump. Ji ber ku karîkatura wê hate sansurkirin, ji rojnamevanê îstifa kir. -
Li Xezeyê 70 kes jiyana xwe ji dest dan
Tevî hewldanên hevdîtina agirbestê jî, di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 70 kes jiyana xwe ji dest dan. -
Di êrîşa ‘xwekujiyê’ ya li Pakistanê de 6 kes mirin
Li herêma Belûçistan a başûrê rojavayê Pakistanê êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Di encama êrîşê de herî kêm 6 kes mirin. -
Cotkar wê li Parîsê dakevin kolanan
Sendîkaya cotkaran a li Fransayê Coordination Rurale, ji bo çareseriya krîza çandiniyê wê roja Yekşemê li Parîsê çalakiyek li dar bixe. Cotkar wê bi traktor û wesayitên xwe li derdora Parîsê kom dibin û çalakiyê li dar bixin. -
Li Xezeyê di 24 saetan de 59 kesan jiyana xwe ji dest da
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, di 24 saetên dawî de di êrîşên Îsraîlê de 59 kes hatin kuştin. -
Li Myanmarê ji 6 hezar girtiyan re efû derket
Rêveberiya Myanmarê ji ber salvegera serxwebûna welat daxuyand ku wek tedbîrên ku her sal tên girtin 6 hezar girtî hatine efû kirin. -
Li Koreya Başûr hewldana binçavkirina serokê berê bi ser neket
Li Koreya Başûr roja Înê mufetîşan xwest ku serokê dewletê yê berê Yoon Suk Yeol binçav bikin lê belê hewla binçavkirina ji aliyê parêzvanan ve hate astengkirin. -
Krîza dîplomatîk a navbera Îtalya û Îranê kûr dibe
Piştî ku Îranê rojnamevaneke Îtalî girt, di navbera Roma û Tehranê de krîza dîplomatîk rû da. Rêveberiya Romayê bang li sefîrê bilind ê Îranê kir û jê xwest, rojnamevan tavilê bê berdan. -
Nifûsa cîhanê di sala 2024’an de 81 milyon zede bû
Nifûsa cîhanê di sala 2024’an de 81 milyon zêde bû û bû 8,16 milyar. Tê payîn ku nifûsa cîhanê di sala 2080’an de bibe 10 milyar. -
Di êrîşa Îsraîlê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Xezeyê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. -
Li Qerebaxê êrîşa çekdarî: 10 kes hatin kuştin
Li Qerebaxê êrîşkarekî li 4 deverên cuda 10 kes qetil kirin. -
Nasnameya êrîşkarê li New Orleansê diyar bû
Ajana FBI'yê ragihand ku kesê li New Orleansê êrîş kiriye Şamsud Dîn Cabbar e û di hundirê wesayita wî de ala DAÎŞ'ê û teqemeniyên bi destan hatine çêkirin, hatin dîtin. Her wiha diyar kir ku ew bawer nakin ku Dîn Cabbar bi tena serê xwe tevgeriya ye. -
Li DYE’yê hejmara kesên bêmal gelekî zêde bûye
Li DYE’yê ji ber xizanî, nîjadperestiya sîstematîk û kêmbûna xaniyan di sala 2024’an de hejmara kesên bêmal ji sedî 18 zêde bûye. -
Li Venezuelayê 413 xwepêşander wê bên berdan
Li Venezuelayê zêdeyî 2 hezar kes ji ber protestokirina encamên hilbijartinê, hatibûn girtin. Hat ragihandin ku wê 413 xwepêşander bên berdan. -
Rapora 2024'an a IFJ'ê: 122 rojnamevan hatin qetilkirin
Di rapora sala 2024'an a IFJ'ê de hate ragihandin ku 122 rojnamevan hatin kuştin. -
Li Kenyayê revandina muxalîfan hate şermezarkirin
Li Kenyayê çalakiya ku ji bo şermezarkirina revandina muxalîfan hate lidarxistin, bû hedefa êrîşa polîsan. -
WHO: Li Xezeyê êrîşên li ser nexweşxaneyan rawestînin
Piştî zextên Îsraîlê yên li ser nexweşxaneya dawî ya bakurê Xezeyê, Midûrê Giştî yê WOH’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus daxuyanî da û got, “Êrîşên li ser nexweşxaneyan rawestînin.”