Macron: Ger em Xezeyê biterikînin tu ewlemendiya me namîne
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ger "Rojavayî pişta xwe bidin Xezeyê" û "destûrê bidin Îsraîlê" li hemberî cihanê tu ewlemendiya wan namîne.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ger "Rojavayî pişta xwe bidin Xezeyê" û "destûrê bidin Îsraîlê" li hemberî cihanê tu ewlemendiya wan namîne.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron roja Înê li Sîngapûrê axivî got ku ger "Rojavayî pişta xwe bidin Xezeyê" û "destûrê bidin Îsraîlê" li hemberî cihanê tu ewlemendiya wan namîne.
Macron diyar kir ku ew ji ber vê yekê du standartiyê red dikin û destnîşan kir ku ev yek ji bo şerê Ûkraynayê jî derbasdar e.
‘NASKIRINA DEWLETA FILISTÎNÊ PÊDIVIYEKE SIYASÎ YE’
Macron da zanîn ku naskirina dewleta Filistînê bes ne erkekî exlaqî di heman demê de "pêdiviyeke siyasî ye" jî.
Emmanuel Macron piştre diyar kir ku ger di demên pêş de li Şerîda Xezeyê bersiveke guncavî rewşa mirovî neyê divê Ewropayî helwesta xwe ya hevpar a li hemberî Îsraîlê tund bikin.
Her wiha Macron welatên revîzyonîst ên hêza xwe bi hinceta parastinê ji bo serweriyê bi kar tînin jî şermezar kirin.
LI GORÎ ÎSRAÎLÊ MACRON LI HEMBERÎ DEWLETA CIHÛYAN SEFERA XAÇPARÊZAN DIKE
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê li hemberî vê helwesta Macron a têkildarî Xezeyê ew bi kirina sefera xaçparêzan a li hemberî dewleta cihûyan tawanbar kir.
Wezaretê îdîa kir ku "dorpêça mirovî tune ye û ev yek ne rast e" û diyar kir ku ew ji bo gihandina alîkariyan hewl didin û got: "Lê belê Macron li şûna ku zextê li terorîstan bike, wan bi dayîna dewleteke Filîstînê xelat dike. Bêguman cejna wan neteweyî wê 7’ê Cotmehê be."