Li Hartûmê ji ber kolerayê 2 rojan 70 kes mirin

Li paytexta Sûdan Hartûmê ji ber şewba kolerayê di nava du rojan de 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê ku roja Pêncşemê da, roja Sêşemê 1.177 nexweşên nû hatin tespîtkirin û 45 kesan jiyana xwe ji dest dan, roja Çarşemê jî 942 nexweşên nû hatin tespîtkirin û 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedaran diyar kirin ku bûyerên nexweşên kolerayê hefteyên dawî gelekî zêde bûne.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku tenê di nava hefteyekê de 2.729 nexweşên kolerayê hatin tespîtkirin û 172 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku piraniya nexweşan, di asta ji sedî 90'î de li eyaleta Hartûmê hatin dîtin.

Wezaretê ragihand ku nexweşên hatine îzolekirin ji sedî 89 ê wan di pêvajoya başbûnê de ne, lê belê ji ber pirsgirêkên ava paqij şewb hîn bêhtir belav dibe.