Li Hindistanê karesata musonê: 32 kes mirin

Li bakurêrojhilatê Hindistanê di nava du rojên dawî de ji ber baranên muson lehî û hezazên qewimîn. Li gorî daxuyaniyên fermî, di karesatê de zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên rêveberiya afetê ragihandin ku 8 kes li Assamê, 9 kes jî li eyaleta Arunachal Pradesh jiyana xwe ji dest dan, bi taybetî liv an herêman hezaz bi bandor in. Li eyaleta Mizoram 5, li Meghalayayê 6 û li Nagaland û Tripura jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Baranên muson her diçe tundtir dibin, lewma li seranserî herêmê çem tejî bûn. Hat diyarkirin ku Çemê Brahmaputra yê ku ji Hîmalayan derdikeve herêmê derbas dike û digihije Bangladeşê, tejî bû û niştecihên derdor di bin avê de hiştiye. Li herêmê li gelek nuqteyan hişyariya “alarma sor” hate îlankirin.

Artêşa Hindistanê destnîşan kir ku di operasyoneke mezin a li eyaleta Manîpur de, bi sedan kes hatin rizgarkirin.