Di rojên dawî de, çend wezîrên Îsraîlî di daxuyaniyên xwe de rasterast Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ê ku di demên dawî de her ku diçe bêtir behsa îhtîmala naskirina fermî ya dewleta Filistînê dike, hedef girtin.
Balyozê Îsraîlê yê Emerîkayê di vê çarçoveyê de daxuyaniyek da. Mike Huckabee li dijî kampanyaya Fransayê ya ji bo naskirina dewleta Filistînê bi hêrs bû û anî ziman ku Parîs ji bo vê yekê bila "perçeyek ji Côte d'Azurê veqetîne".
Fransa wê di navbera 17-20’ê Hezîranê de bi Erebistana Siûdî re bi armanca vejandina fikra çareseriya du dewletan, ku hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi tundî red dike, li Neteweyên Yekbûyî konferansek navneteweyî li dar bixin. Fransa îsal ragihand ku dibe ku bi şert û merc dewleta Filistînê nas bike. Eger Fransa dewleta Filistînê nas bike, ew ê bibe yekem welatê G7 ku wê qebûl bike.
Mike Huckabee di hevpeyvîna ku roja Şemiyê li ser malpera Fox News hate weşandin de hewldana li NY’ê weke "dema ku Îsraîl di şer de ye pir ne guncav e" bi nav kir.
Huckabee destnîşan kir ku "7’ê Cotmehê gelek tişt guherand" û bi bîr xist ku êrîşa bêhempa ya Hamasê ya sala 2023’yan li ser Îsraîlê, şerê li Xezeyê da destpêkirin.
Balyozê Îsraîlê got, "Eger Fransa bi rastî dewleteke Filistînî dixwaze, pêşniyareke min heye: perçeyek ji Côte d'Azurê veqetînin û dewleteke Filistînî ava bikin. Ew dikarin vê bikin, lê ew nikarin vê cure zextê li ser welatekî serwer tehemûl bikin."
Îsraîlê roja Înê Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi destpêkirina "sefera xaçperestan li dijî dewleta Cihûyan" tawanbar kir.
Macron ji welatên Ewropî xwestibû ku eger rewşa mirovî li Xezzeyê baştir nebe, helwesta xwe ya li dijî Îsraîlê divê tundtir bikin.