CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Etiyopyayê qemyon ket nava çem: 71 kes mirin
Li Etiyopyayê qemyonek ku gelek kes tê de bûn, kete nava çem. Herî kêm 71 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Kanadayê agir girte balafira ku ji pîstê derketî
Li Kanadayê balafireke rêwiyan a ku sefera xeta hundir dikir, ji pîstê derket û agirt girt. Têkildarî windahiyên can agahî nehatin ragihandin. -
Qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
Li Koreya Başûr balafira rêwiyan dema ku neçar ma dakeve qeza kir, herî kêm 122 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Qazaxistanê balafir ket: 42 kesan jiyana xwe ji dest dan
Balafira Rêhewayên Azerbeycanê ya ji Bakuyê ber bi Grozniyê ve diçû ket. Muretebat jî di nav de ji 67 kesên di balafirê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Xezeyê 19 kes hatin kuştin, 12 jê zarok bûn
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê de 19 kes hatin kuştin ku 12 ji wan zarok bûn. -
Balafira şer a DYE'yê ji aliyê keştiya xwe ya şer ve hate xistin
Artêşa DYE’yê ragihandin ku balafira şer Super Hornet bi şaşitî ji aliyê keştiya fuzeyan a DYE'yê ve hatiye xistin. -
Li Kongoyê keştî noqî binê avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne
Li Kongoyê, keştiya ku mirovên ji pîrozbahiya Noelê vedigeriyan tê de bûn, noqî binê avê bû. Di encamê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Pakistanê di êrîşa TTP'ê de 16 leşker mirin
Li Pakistanê di êrîşa TTP'ê de 16 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn -
Li Magdeburgê li dijî bazara Noelê êrîş: 11 mirî û 80 birîndar
Li Elmanyayê, wesaîtek ket nav qerebalixiya bazara Noelê. Di bûyerê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 80 kes jî birîndar bûn. -
Li Hirvatistanê êrîşa bi kêrê: Xwendekara 7 salî jiyana xwe ji dest da
Li Zagrebê xwendekareke 7 salî di êrîşa bi kêrê ya li dibistanekê jiyana xwe ji dest da, mamosteyek û 5 xwendekar jî birîndar bûn. -
Nexweşiya li Kongoyê hate teşhîskirin
Li Kongoyê hate ragihandin ku ji nexweşiya dijwar re pênaseya ‘’lerzetaya dijwar’’ hatiye kirin ku ji meha Cotmehê ve ye gelek kesan ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane. -
Li Başûrê Pasîfîk bi pileya 7.3 erdhej pêk hat
Li nêzî welatê giravê Vanûatû yê li Başûrê Pasîfîk bi pileya 7.3 erdhêj pêk hat. -
Li DYE'yê xwendekareke 15 salî 2 kes qetil kir
Li eyaleta Wisconsinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) xwendekara 15 salî 2 kes qetil kir, 6 kes jî birîndar kir ku rewşa 2 ji wan giran e. -
Hikûmeta Elmanyayê bi HTŞ’ê re peywendî çêkir
Piştî Îngilistan, DYE û NY’ê hikûmeta Elmanyayê jî ragihand ku rasterast bi HTŞ’ê re peywendî çêkir. -
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi rojeva Sûriyeyê li Tirkiyeyê ye
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen têkildarî rewşa Sûriyeyê çû Tirkiyeyê. Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi Serokkomarê Tirk re rûnişt. -
Generalê Rûs li Moskowayê bi sûîqestê hate kuştin
Li Moskowayê, Serokê Yekîneyên Parastina Biyolojîk, Kîmyewî û Radyolojîk ên Hêzên Çekdar ên Rûs Kornegeral Igor Kirillov di encama êrişeke bombeyî de hate kuştin. -
Serokwezîrê Elmanyayê Scholz dengê pêewletiyê negirt
Ji ber ku Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz li Meclîsa Federal dengê pêewletiyê negirt, welat diçe hilbijartinên pêşwext. -
Bahoza Chidoyê li giravên Mayotteyê xist
Ji ber Bahoza Chidoyê li giravên Mayotteyê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên herêmî ragihandin dibe ku hejmara miriyan xwe bigihîne sedî yan jî hezar kesî. -
Îsraîl wê ciwarbûna li Girên Golanê du qatî zêdetir bike
Îsraîlê ragihand ku ew ê hebûna xwe ya li Girên Golanê du qatî zêdetir bike. -
Blinken: DYE'yê têkiliyeke yekser bi HTŞ'ê re danî
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Blinken ragihand ku piştî rejîma Baasê yekser bi HTŞ'ê re têkilî danîn ku rojavayê Firatê kontrol dike. -
Îsmaîl Kaanî li Bexdayê ye
Fermandarê Muxafizên Şoreşê yên Îranê Îsmaîl Kaanî li Bexdayê bi lîderên komên çekdar ên Iraqî re hevdîtin kir. -
Li Malibuyê ji ber şewatê 6 hezar 300 kes ji malên xwe bûn
Şewata Franklînê ya ku li Malibuyê didome, belavî 4 hezar donum erd bû, 6 hezar 300 kesan malên xwe terikandin. -
Koçbera 11 salî 3 rojan di nav avê de sax maye
Koçbera ji Sierra Leoneliyê ya 11 salî 3 rojan di nava avê de sax maye ku koçber wê bi keştiyekê ji Tûnisê biçûna Îtalyayê û keştî li Behra Spî binav bû. Ji 44 kesên din ên di keştiyê de de agahî nayê wergirtin. -
Li Nikarguayê êşkence li 229 dijberên hikumetê hate kirin
Li Nikaraguayê 229 kesên ku bi hincetên siyasî hatibûn binçavkirin rastî êşkenceyê hatin. -
Di sala 2022’yan 70 hezar kes bûne mexdûrê ‘bazirganiya li ser mirovan’
Li gorî daneyên dawîn ên NY’ê, di sala 2022’yan de 69 hezar û 627 kes bûne mexdûrê bazirganiya li ser mirovan. Ji sedî 38’ê vê reqemê jî ji zarokan pêk tê.