CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Koreya Bakur fûzeyên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê
Koreya Bakur, sibeha Pêncşemê fûzeyên balîstîk ên ku menzîla wan kurt e avêt Deryaya Japonyayê. -
Îranê îdîaya ku wê êrîşî Balyozxaneya Îsraîlê ya li Londonê kiriye red kir
Îranê bi zimanekî tund red kir ku tu eleqeya wê bi komploya li dijî Balyozxaneya Îsraîlê ya li Londonê re tune ye. -
Di hevdîtina Macron-Şara de li ser çi hate axaftin?
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar a li gel Serokkomarê Şamê yê demkî Ahmed El Şara de diyar kir ku divê têkoşîna li dijî Hîzbûllahê were xurtkirin û nerzîbûn nîşanî êrîşên Îsraîlê da. -
Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
Rageşiya li ser xeta Keşmîrê ya navbera Hindistan û Pakistanê di navbera herdu hêzên nukleerî de veguherî rageşiyeke metirsîdar. -
Îsraîlê gef li Îranê xwar: Em ê weke Hamasê lê bikin!
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz çar roj piştî êrîşa Hûsiyên Yemenî ya li ser balafirgeha Tel Avîvê gef li lîderên Îranî xwar û got, wan li Xezeyê çi bi Hamasê kiribin, wê heman tiştî bikin. -
Serokwezîrê Filistînê: Birçîbûna li Xezeyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
Serokwezîrê Filistînê Mihemed Mustafa birçîbûna li Xezeyê ya ji ber dorpêça Îsraîlê çêbûye wekî "sûcekî qestî li dijî mirovahiyê" bi nav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bêdeng nemînin. -
Serokê Elmayayê yê nû seredana xwe ya ewil ji bo Parîsê kir
Serokê hikûmeta Elmanyayê yê nû Friedrich Merz yekem seredana xwe ya ji bo derveyî welat bi çûna Fransayê pêk anî. -
Bîlançoya şerê Hindistan û Pakistanê giran dibe
Rageşiya navbera Hindistan û Pakistanê sibeha Çarşemê veguherî bombardûmana herdu aliyan û şerekî giran ê bîst salên dawî qewimî. Hejmara qurbaniyan zêde dibe. Her wiha fikar li ser sûcê şer jî heye. -
Rageşiya Hindistan-Pakistan mezin dibe: Bi dehan mirî hene, 3 balafir ketin
Rageşiya navbera Pakistan û Hindistanê car din destpê kir. Di navbera her du welatan de şer qewimî. Tê ragihandin ku bi dehan kes mirin û 3 balafir ketin. -
Hindistanê fuze avêt Pakistanê
Berdevkê artêşa Pakistanê diyar kir ku Hindistanê bi fuzeyan êrîşî Pakistanê kiriye. -
Merz di hilbijartina serokwezîrtiyê de bi ser ket
Serokê CDU’yê Friedrich Merz di tûra duyemîn a hilbijartinê de bi ser ket û bû Şansolyeyê Elmanyayê. -
Hamasê sê kesên gumanbarên roket avêtine radestî Lubnanê kir
Artêşa Lubnanê daxuyand ku wan Fîlîstîniyekî sêyemîn ê ku tê îdiakirin di 22 û 28’ê Adara 2025’an de tevlî êrîşa roketan a Hamasê li dijî Îsraîlê bûye radest kiriye. -
Îsraîlê li paytexta Yemen Sanayê xist
Îsraîlê yekemcar beriya ku êrîşê li Yemenê bike hişyariya 'veguhestina sivîlan' da û piştî demeke kurt êrîş bir ser Sanayê. -
Wezîrê Îsraîlî: Xeze wê bi temamî hilweşe
Wezîrê Maliyeyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich diyar kir ku Şerîda Xezeyê 'wê bi temamî tine bibe' û êdî Hamas nemîne. -
Îsraîlê êrîş bir ser Hûsiyan: 4 mirî, 39 birîndar
Îsraîlê weke bersivek li êrîşên milîsên Hûsî ya li ser balafirgeha Gen Gurion a li Tel Avîvê roja Sêşemê êrîşên hewayî bir ser herêmên di bin kontrola Hûsiyan de ne. -
Macron wê li Parîsê Şara qebûl bike
Serokkomarê demkî yê li Şamê Ahmed El Şara wê roja Çarşemê li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê Serokkomar Emmanûel Macron ve bê qebûlkirin. -
Li gorî Hamasê danûstandinên ji bo agirbestê vê demê bêwate ye
Rayedarekî payebilind ê Hamasê diyar kir ku li Xezeyê danûstandinên agirbestê di vê rewşê de bêwate ne û xwest, dawî li 'şerê birçîbûnê' bê anîn. -
Ûkrayna li dijî Moskowayê bi balafirên bêmirov êrîşeke berfireh pêk anî
Ûkrayna beriya pîrozbahiyên salvegera serketina li hemberî Elmanya Nazî ya 9’ê Gulanê, li dijî Rûsyayê êrîşeke berfireh a bi balafirên bêmirov pêk anî. -
Trump vê carê wê ji sedî 100 bacê ji fîlman bistîne
Serokê DYE’yê Donald Trump daxuyand ku ew ê ji fîlmên ku li derveyî DYE’yê hatine kişandin û li Emerîkayê tên pêşandin ji sedî 100 bacê bistînin. -
Beriya serdana Sûdanî şandeyek ji Iraqê serdana Enqereyê kir
Sefîrê Iraqê yê Enqereyê Macîd El-Lecmawî, ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî wê vê hefteyê serdana Tirkiyeyê bike. Beriya serdanê di çarçoveya amadekariyê de şandeyek ji Iraqê gihişt Enqereyê. -
Desteya Wezîran a Îsraîlê plana ji bo 'fetih'kirina Xezeyê erê kir
Hikumeta Îsraîlê ji bo êrîşên li ser Şerîda Xezeyê bêne berfirehkirin û herêm bê fetihkirin, planek erê kir. Di planê de her wiha şêniyên Xezeyê têne teşwîqkirin ku 'bi dilxwazî' xaka Fîlîstînê biterikînin. -
DYE û Rwandayê têkildarî mijara penaberan dest bi hevdîtinan kirin
Wezîrê Karên Derve yê Rwandayê Olivier Nduhungirehe roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan û DYE’yê têkildarî qebûlkirina penaberên ku ji DYE’yê hatine dersînorkirin, dest bi hevdîtinan kiriye. -
Li Iraqê krîza girtîgehan: Hejmara girtiyan du qatî kapasîteyê ye
Wezîrê Edaletê yê Iraqê Halid Şivanî diyar kir ku di 31 girtîgehên li seranserê Iraqê de 65 hezar girtî hene û girtîgeh ji sedî 200 tije bûne. -
Neteweyên Yekbûyî têkildarî hişê çêkirî hişyarî da
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk di peyama xwe de ya bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê weşand, anî ziman ku zexta hişê çêkirî ya li ser medyayê giran bûye. -
Serokê Maldîvlerê bi civîna çapemeniyê ya 15 saetan rakor şikand
Serokê Maldîvlerê Mohamed Muizzu bi civîneke çapemeniyê ya ku nêzî 15 saetan dom kir rekor şikand.