HBDH'ê hevrê Basavaraj û 27 şervanên gel bi hurmet bi bîr anî

Komîteya Rêveber a HBDH'ê pêşengê tevgera şoreşger a Hindistanê Basavaraj û 27 şervanên gel bi hurmet bi bîr anî û berxwedana HKP (Maoist) û sor silav kir.

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, "Komîteya Herêma Taybet a Dandakaranya HDK (Maosit) ragihand ku rêberê tevgera şoreşê ya Hindistanê, sekreterê giştî yê HKP'ê (Maoist) hevrê Nambala Keshav Rao (Basavaraj) û endamên partiyê û komîteya navendî jî di nav de 27 hevrê di 21'ê Gulana 2025'an de li herêma Madê di komkujiyê de tevlî karwanê nemiran bûne. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna nemir a rêberê şoreşa Hindistanê hevrê Basavaraj û 27 şervanên gel ditewînin û wan bi minet bi bîr tînin. Komkujiya ku bi destê artêş û serwerên paşverû yên Hindistanê hate kirin şermezar dikin û berxwedana sor û HKP'ê (Maosit) silav dikin ku di nava şert û mercên gelekî giran de şerê şoreşgerî bi biryardarî dewam dike.

Em di demeke welê de ne ku serwerên sîstema kapîtalîst emperyalîst ji bo xwe ji krîza heyî rizgar bikin û hegemonya xwe berfireh bikin, cîhanê û mirovahiyê ber bi tinebûnê ve dehf didin. Di şerê blokên emperyalîst de ku di oxira hegemonya cîhanê de dimeşînin, mirin, birçîbûn, xizanî, yanî hovîtiyê ji gelên cîhanê re rewa dibîne. Ev sîstema bi xwîn ku hêrsa gelan her roj hîn zêde dike, ji bo astengkirina rabûna mezin a gelan derfetên xwe hemû seferber kiriye. Ji bo li ber raperîna gelên kedkar û bindest ên cîhanê rabe, tasfiyekirina pêşengên vê raperînê, şoreşgerên rêber, tevgerên komunîst û sosyalîst bi rengekî taybet di rojevê de ye.

Şerê ku dîktatoriya faşîst a Modî ya ku pişta xwe dispêre piştgiriya emperyalîstan li hemberî hêzên pêşeng ên şoreşê ya Hindistanê dimeşîne, parçeyek ji vê konseptê ye. Ji bo tepisandina têkoşîna gelan a Hindistanê, ji bo pêşkêşkirina Hindistanê ji talana yekdestên emperyalîst re û fetisandina şoreşa hindistanê, têkoşîna gerîla ya Maoist bi êrîş û dorpêçeke mezin a tasfiyekar re rû bi rû ye. Di operasyona bi xwîn de ya ku bi navê Kagaar hate meşandin, heta niha ji gel û gerîla bi sedan mirov hatin qetilkirin. Di encama van komkujiyan de sekreterê giştî, kador û şervanên HKP (Maoist) bi berxwedaneke ji 60 saetî bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê nemiran bûn. Ev windahî ji bo tevgera şoreşê ya Hindistanê û cîhanê windahiyên cidî ye, lê di heman demê de nikarin pêşî li mezinbûn û pêşketina têkoşîna şoreşger bigire. Qareqara serketinê ya desthilatdariya Modî ya faşîst belasebep e, çîna kedkar û bindestên Hindistanê wê xwedî li pêşengên xwe derkeve, proleterya cîhanê û piştevaniya enternasyonal a gelan wê mezin bibe, şoreşgerên ji bo şoreşê şer kirin wê ti carî neyên jibîrikrin û ala wan li erdê nemîne. Weke ku hevrê Basavaraj got, 'Şehadet têkoşînê lawaz nake, şehadet belasebep naçe. Di dîrokê de tiştekî bi vî rengî nebûye. Şehadetan hêz dane tevgera şoreşgerî. Hîn jî di wê baweriyê de me ku bi sûdwergirtina ji van şehadetan tevgera şoreşger wê hîn bêhtir xurt bibe û ji nû ve bi ser xwe ve bê. Plana bi nêta nebaş a hikumeta faşîst wê bi ser nekeve. Serketina dawî wê ya gel be'.

Em ji gelên kedkar, şoreşgerên Hindistanê û HKP (Maoist) re dibêjin ku li hemberî van operasyonên bi xwîn em bi şoreşgerên Hindistanê re ne û xwedî li têkoşîna wan derdikevin, berxwedana wan silav dikin. Hevrê Basavaraj û 27 şervanên gel bi hurmet silav dikin, soz didin ku di têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî û piştevaniya enternasyonal de xwedî li bîranîna wan derkevin."