Li gorî Xamaney pêşniyara DYE'yê li dijî berjewendiyên neteweyî ye
Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney diyar kir ku mafê DYE'yê nîne ku li ser miajra dewlemendkirina ûranyûmê gotinekê bibêje.
Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney diyar kir ku mafê DYE'yê nîne ku li ser miajra dewlemendkirina ûranyûmê gotinekê bibêje.
Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney derbarê zextên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li ser ûranyûmê di 36. salvegera koça dawî ya Xûmeynî de peyamek pêşkêş kir.
Elî Xamaney da zanîn ku pêşniyara DYE'yê ya ji bo lihevkirina atomî, dijbertiya desthilata welatê wan dike û got; “Dewlemendkirina ûranyûmê ji bo bernameya atomî ya Îranê pêwîste û bernameyek atomî bêyî dewlemendkirina uranyumê ti giringiya xwe nîne. Emê devjê bernadin.
Elî Xamaney destnîşan kir ku wana zêdetirî hezar planên dijî welatê xwe vale derxistin û bersiva hinek ji wan jî hatiye dayîn. Xamaney got ku komploya dijî welatê wan piraniya xwe ji aliyê Emerîka û Îsraîlê ve pêktê û got; “Serbixweyiya neteweya me, nayê wateya qutkirina peywendiyên bi cîhanê re, yan jî bendewariya gulopa kesk ya Emerîkayê.”
Hêjayî gotinê ye di rojên dawî de DYE dijî Îranê gelek zextan dike, bi taybet jî serokê Emerîkayê Donald Trump ragihand ku nabe Îran bibe xwedî uranyum û ragihand ku eger Îran di karê xwe de dewam bike, wê bacek giran bide.