Li Kuweytê hemwelatîbûna bi hezaran ku piraniya wan jin in hatin betalkirin

Li Kuweytê hemwelatîbûna bêhtirî 37 hezar kesan hat betalkirin; herî kêm 26 hezar ji wan jin in. Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku ev pêkanînên ku bêyî prosedur tên kirin, li dijî hiqûqa navneteweyî ne.

Li gorî amarên fermî, li Kuweytê bêhtirî 37 hezar kes hemwelatîbûna wan hatiye betalkirin ku herî kêm 26 hezar ji wan jin in. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî, diyar kirin ku ev betalkirin bêyî prosedurên qanûnî hatine kirin û li dijî hiqûqa navneteweyî ne.

Bi rêziknameya nû heta sala 1987'an mafên hemwelatîbûnê yên ku tenê bi zewacê ji jinan re dihat dayîn, paşve hatin betalkirin. Ji ber vê yekê bi hezaran jin mafê xwe yê hemwelatîbûnê winda kirin. Hemwelatiyên du welatan, hunermend û kesayetên naskirî jî bi hinceta “hemwelatîbûna sexte” bûne hedef.

Ev pêkanîn wek beşek ji guhertin û reformên destûrî yên ku di sala 2023’yan de ji aliyê Emîr Şêx Meşel El-Ehmed El-Sabah ve hatine destpêkirin, têne dîtin.