Bêhtirî 300 hunermend ji bo rawestana şerê li Xezeyê bang kirin

Bêhtirî 300 hunermend, bang li hikûmetê kirin ku bila Brîtanya nebe hevparê komkujiya li Xezeyê û gotin: "Gotin têrê nakin, êdî dema çalakiyê ye."

Hunermendan nameyek vekirî ji Serokwezîr Keir Starmer re nivîsandin û daxwaz kirin ku firotina çekan a ji bo Îsraîlê bi dawî bibe û li Xezeyê agirbestek lezgîn were ragihandin.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku divê Brîtanya hemû lîsansên îxracata çekan betal bike û hat xwestin alîkariyên mirovî ji bo Xezeyê bê asteng bê dabînkirin û li ser navê zarokan agirbestek mayînde muzakere bê kirin.

Saziya alîkariyê Choose Love a ku destekê dide vê kampanyayê got, “Gotin wê zarokan rizgar neke, niha pêdivî bi çalakiyê heye.”

Di Îlona 2024’an de Brîtanya hin lîsansên îxaraca çekan dabûn rawestandin. Rêxistinên civaka sivîl dixwazin ev qedexe bê berfirehkirin.

Wekî din, 380 nivîskaran bangek bi heman rengî kiribûn û rewşa Xezeyê wekî "qirkirin" binav kiribûn.