Li Nîjeryayê ji ber karesata lehiyê herî kêm 88 kes mirin

Li Nîjeryayê barana zêde rê li ber karesata lehiyê vekir û gelek kes jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Mokwa yê Nîjeryayê ji ber lehiyê gelek xanî di bin avê de man û herî kêm 88 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lêgerîna ji bo kesên winda didome.

Rayedarên Ajansa Rêvebiriya Rewşa Awarte ya Nîjeryayê (NEMA) bi fikarin ku hejmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Li Nîjeryayê her sal di navbera mehên Gulan û Îlonê de demsala baranê çêdibe û ji ber bandora krîza avhewayê karesatên lehiyê her ku diçe girantir dibin.

Binesaziya nebaş, bajarvaniya bêplan û avêtina bermayiyan nav pergalên avdanê bandora lehiyan zêde dike. Di sala 2024’an de, li Nîjeryayê ji ber lehiyê zêdetirî 1200 kes mirin û 1.2 milyon kes jî bêcih û bêwar man.

Rayedar daxwaza baştirkirina pergalên hişyariya zû û zêdekirina budçeyên rêveberiya karesatan dikin.

Serok Bola Ahmed Tinubu piştî karesatê talîmata bilezkirina hewldanên alîkariyê û bersivdayînê da.