Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: ‘Em ê li Şerîaya Rojava dewleta Yahudî ava bikin!’
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz ragihand ku ew ê li Şerîaya Rojava ku ji sala 1967’an û vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, “Dewleta Yahudî” ava bikin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz ragihand ku ew ê li Şerîaya Rojava ku ji sala 1967’an û vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, “Dewleta Yahudî” ava bikin.
Îsraîl Katz roja Îniyê serdana yekîneyeke niştecihiyê ya Yahudî ya li bakurê Şerîaya Rojava kir. Katz niyeta xwe ya li vê xaka Fîlîstînê ya ku ji sala 1967’an û vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, “avakirina Dewleta Yahudî” eşkere kir.
Katz îşaret bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron kir û got, “Ev ji bo Macron û hevalên wî peyameke vekirî ye. Ew ê li ser kaxezê dewleteke Fîlîstînê nas bikin, em ê jî li vir, li qadê dewleta Yahudî ya Îsraîlê ava bikin.”
Katz ev tişt jî got, “Kaxez wê bê avêtina çopê û Dewleta Îsraîl wê berfireh bibe û mezin bibe.”
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo Fîlîstîn û Îsraîlê çareseriya du dewletî jinûve bide destpêkirin, wê di meha Hezîranê de li Neteweyên Yekbûyî bi Siûdî Erebistanê re hevserokatiyê ji konferanseke navneteweyî re bike.
WEZÎRÊ RASTGIR Ê TUND BANGA ‘BI TEVAHÎ HÊZA HEYÎ KETINA XEZEYÊ’ KIR
Wezîrê rastgir ê tund ê Îsraîlê Itamar Ben Gvir bang li Binyamin Netanyahu kir ku li dijî Xezeyê operasyoneke leşkerî pir mezin pêk bîne û darbeya dawî li Hamasê bixe.
Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben Gvir got, “Birêz Serokwezîr, piştî ku car din Hamasê pêşniyara agirbestê ya Emerîkayê red kir, êdî ti hincet neman. Jixwe me gelek derfet ji dest dan. Dem hatiye ku em li Xezeyê bi temamî ji bo tunekirin û kuştinê hemû hêza pêwîst bi kar bînin û bêyî teredut bikevin nava liv û tevgerê.”