Nûnerê DYE'yê ji bo Sûriyeyê li Şamê ye
Nûnerê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack roja Pêncşemê gihîşt Şamê.
Nûnerê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack roja Pêncşemê gihîşt Şamê.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a hikumeta Şamê SANA'yê, Thomas Barrack ku di heman demê de Sefîrê Bilind ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê li Tirkiyeyê ye, bi Wezîrê Karên Derve yê Şamê Esad al-Şeybani re li Şamê avahiya Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê vekir.
Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Sûryeyê sala 2011'an piştî ku şerê navxweyî destpê kir, hatibû girtin.
Nûnerê taybet ê Donald Trump ê ji bo Sûriyeyê, piştî ku pêkanînên DYE'yê yên li ser Şamê hatin rakirin di 24'ê Gulanê de li Stenbolê bi serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el-Şara re hevdîtin kiribû.
Ev hevdîtin piştî hevdîtina Donald Trump a bi Ahmed el Şara re ya li Riyadê pêk hatibû.
Serokê DYE'yê roja Pêncşemê li ser hesabê X'ê yê Wezareta Karên Derve daxuyaniyek da û got, "Tom fêhm dike ku bi hevkariya bi Sûriyeyê re dikare radîkalîzmê rawestîne, têkiliyan baş bike û ji bo pêkanîna aştiya li Rojhilata Navîn potansiyeleke mezin e."