Bûyer sibeha Şemiyê li rojavayê Refahê qewimî. Hate ragihandin ku dema girseya gel ber bi navenda alîkariyê ya Emerîkî ve diçû, ji wesayitên zirxî gule li gel hate reşandin.
Bedevkê Parastina Sivîl a Xezeyê Mahmûd Basal ji AFP'ê re axivî û anî ziman ku herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 120 kes jî birîndar bûn.
Basal got, "Ji ber gulereşandina ji wesayitên Îsraîlê, zarok jî di nav de bi sedan kes hatin hedefgirtin."
Li Xezeyê ku zêdeyî du meh in di bin dorpêçê de ye, hefteya derbasbûyî dorpêçî ji hin aliyan ve hatibû sistkirin. Li gel vê yekê jî ji aliyê xurek, derman û malzemeyên ji pêwîstiyên bingehîn ve xelayeke mezin heye.
Îsraîlê bi armanca tinekirina bi temamî ya Hamasê û rizgarkirina dîlgirtiyan ku 7'ê Cotmeha 2023'an hatin revandin, operasyonên leşkerî zêde kir.