Îran 'garantiya' rakirina pêkanînan ji DYE'yê dixwaze
Tehranê di berdêla pêşniyara peymaneke nû ya têkildarî bernameya nukleerê de ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) garantiya şênber xwest.
Tehranê di berdêla pêşniyara peymaneke nû ya têkildarî bernameya nukleerê de ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) garantiya şênber xwest.
Ev daxwaz di rojeke welê de hate bilêvkirin ku muzakerevanê sereke yê Îranê Abbas Arakçî bi Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) Rafael Grossi re li Qahîreyê li hev kom bibe.
Di pêşniyara Washingtonê de tê xwestin ku Îran karê dewlemendkirina ûranyûmê bisekinîne û bi beşdariya Îran, Erebistana Siûdî, welatên din ên Ereb û DYE'yê mekanîzmayeke hevkariya enerjiya nuleerê ya herêmî bê avakirin. Pêşniyar ji peymaneke berfireh wêdetir weke çarçoveyekê hatiye pêşkêşkirin ku ji xalan pêk tê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bakeyî got, "Em garantiyekê dixwazin ku nîşan bide, wê bi rastî jî pêkanîn bê rakirin. DYE heta niha di vê mijarê de zelal nebûye."
Îranê her wiha diyar kir ku ew ê pêşniyarekê qebûl nekin ku daxwaz û mafên wan ji nedîtî ve bê.
Ev pêşniyar û daxwaz di demeke welê de kete rojevê ku UAEA'yê bi raporekê diyar kir ku Îranê asta dewlemendkirina ûranyûmê gihandiye ji sedî 60'î. Ev rêje gelekî nêzî rêjeya ji sedî 90'î ye ku ji bo hilberandina çekên nukleerî divê. Îranê jî diyar kir ku rapor bi 'zextên siyasî hatiye nivîsandin' û wê bersivê bidin vê rewşê.
Hefteya bê wê di navbera 9 û 13'ê Hezîranê de li Viyanayê civîna Desteya Rêveber a UAEA'yê bê lidarxistin û karên nukleerî yên Îranê careke din bêne nirxandin.