CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îran 'garantiya' rakirina pêkanînan ji DYE'yê dixwaze
Tehranê di berdêla pêşniyara peymaneke nû ya têkildarî bernameya nukleerê de ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) garantiya şênber xwest. -
Li Nîjeryayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 200 kesî
Li bajarê Mokwa yê Nîjeryayê, ji ber lehiyê herî kêm 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
'Li cîhanê mafên karkeran tên binpêkirin, Tirkiye jî yek ji 10 welatên destpêkê ye'
Konfederasyona Sendîkayan a Navneteweyî (ITUC) rapora Endeksa Mafan a Salane ya 2025’an weşand û ragihand ku li seranserî cîhanê mafên karkeran tê binpêkirin. -
Li Behra Manşê rekor: Di rojekî de 1.194 koçber gihiştin Îngilîstanê
Hejmara koçberên ku ji bo xwe bigihînin Îngilîstanê Behra Manşê derbas kirin, di nava sala 2025’an de gihişt asta rekorê. -
Li Hindistanê karesata musonê: 32 kes mirin
Li bakurêrojhilatê Hindistanê di nava du rojên dawî de ji ber baranên muson lehî û hezazên qewimîn. Li gorî daxuyaniyên fermî, di karesatê de zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Xezeyê gule li mirovên li benda alîkariyê bû hate barandin: 22 kes mirin
Li Şerîda Xezeyê krîza mirovî giran dibe. Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê gule li sivîlan reşandin ku ber bi navenda alîkariyê ve diçûn û di encamê de herî kêm 22 kes mirin, zêdeyî 120 kes jî birîndar bûn. -
HBDH'ê hevrê Basavaraj û 27 şervanên gel bi hurmet bi bîr anî
Komîteya Rêveber a HBDH'ê pêşengê tevgera şoreşger a Hindistanê Basavaraj û 27 şervanên gel bi hurmet bi bîr anî û berxwedana HKP (Maoist) û sor silav kir. -
Îsraîlê bombe li baregeha leşkerî ya li Sûriyeyê barand
Îsraîlê bombe li gelek baregehên leşkerî yên li wîlayetên Lazkiye û Tartusê yên Sûriyeyê barand. -
Li Nîjeryayê ji ber karesata lehiyê herî kêm 88 kes mirin
Li Nîjeryayê barana zêde rê li ber karesata lehiyê vekir û gelek kes jiyana xwe ji dest dan. -
Macron: Ger em Xezeyê biterikînin tu ewlemendiya me namîne
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ger "Rojavayî pişta xwe bidin Xezeyê" û "destûrê bidin Îsraîlê" li hemberî cihanê tu ewlemendiya wan namîne. -
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: ‘Em ê li Şerîaya Rojava dewleta Yahudî ava bikin!’
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz ragihand ku ew ê li Şerîaya Rojava ku ji sala 1967’an û vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, “Dewleta Yahudî” ava bikin. -
Li Kuweytê hemwelatîbûna bi hezaran ku piraniya wan jin in hatin betalkirin
Li Kuweytê hemwelatîbûna bêhtirî 37 hezar kesan hat betalkirin; herî kêm 26 hezar ji wan jin in. Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku ev pêkanînên ku bêyî prosedur tên kirin, li dijî hiqûqa navneteweyî ne. -
Neteweyên Yekbûyî: Xeze bûye cihê herî zêde birçîmayî yê cîhanê
Berdevkê Ofîsa Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) got, "Xeze cihê herî birçîmayî yê cîhanê ye" û diyar kir ku gefa birçîbûnê li ser rêjeya ji sedî 100 a nifûsê heye. -
Şamê li gel şîrketên DYE, Qeter û Tirkiyeyî lihevkirineke 7 milyar dolarî îmze kir
Desthilatdariya Şamê li gel konsorsiyûmeke ku ji şîrketên DYE, Qeter û Tirkiyeyî pêk tê bi armanca jinûveavakirina sektora ceyranê ya ji şerî zirar dîtî, lihevkirineke enerjiyê ya 7 milyar dolarî îmze kir. -
Bêhtirî 300 hunermend ji bo rawestana şerê li Xezeyê bang kirin
Bêhtirî 300 hunermend, bang li hikûmetê kirin ku bila Brîtanya nebe hevparê komkujiya li Xezeyê û gotin: "Gotin têrê nakin, êdî dema çalakiyê ye." -
Nûnerê DYE'yê ji bo Sûriyeyê li Şamê ye
Nûnerê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack roja Pêncşemê gihîşt Şamê. -
Li Hartûmê ji ber kolerayê 2 rojan 70 kes mirin
Li paytexta Sûdan Hartûmê ji ber şewba kolerayê di nava du rojan de 70 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Nîjeryayê di nava du salan de bêhtirî 10 hezar kes hatin kuştin
Li gorî raporek ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hate weşandin, hate ragihandin ku di nava van du salên dawî de bêhtirî 10 hezar kes di êrîşên komên cîhadî û çeteyên çekdarî hatine kuştin. -
Îsraîl dagirkeriya xwe berfireh dike
Wezîra Maliyeyê ya Îsraîlê Bezalel Smotrich, ragihand ku li Şerîaya Rojava ya ku hatiye dagirkirin wê 22 wargehên nû yên cihûyan bên avakirin. -
Îsraîl: Serokê Hamasê yê li Xezeyê hate kuştin
Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku serokê Hamasê yê li Xezeyê Muhammed Sinvar hatiye kuştin. -
Li Xezeyê di 24 saetan de 58 kes hatin qetilkirin û 179 kes birîndar bûn
Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên 24 saetên dawî li ser Xezeyê de herî kêm 58 kes hatin qetilkirin û 179 kes jî birîndar bûn. -
Li ser sînorê Tayland û Kamboçyayê şerekî demkurt
Hate ragihandin ku leşkerên Tayland û Kamboçyayê roja Çarşemê li ser sînor gule berdane hev û tiştek bi kesî nehatiye. -
Trump ji Kanadayê re got: Bibe eyaleta 51'ê ya DYE'yê, hingî Quba Zêrîn belaş e
Serokê DYE'yê Donald Trump careke din zext kir ku Kanada bibe eyaleta 51'emîn a Emerîkayê û pêşniyar kir ku bi vî rengî ji mertalê parastina fuzeyan bê pere sûdê werbigire. -
CPJ: Şerê Xezeyê ji bo rojnamevanan bû dema herî kujer
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku ji Cotmeha 2023'an û vir ve li Xeze, Şerîa Rojava, Îsraîl û Lubnanê herî kêm 181 xebatkarên medyayê û rojnamevan hatin kuştin. -
Rayedarên Îranî û Iraqî li Moskowê li hev civiyan, li ser PKK'ê axivîn
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Alî Ekber Ahmediyan li Rûsyayê li hev civiyan û li ser biryara fesixkirina PKK'ê axivîn.