Li gel germa zêde jî zêdeyî milyonek kes çûn hecê

Ji bo hecê ku li Erebistana Siûdî vê hefteyê bi rengekî fermî destpê kir, zêdeyî 1.4 milyon Misilman gihîştin Mekkeyê.

Par ji ber germahiya bi 51.8 pileyî zêdeyî 1.300 kes mirin, lewma pileya niha ya germê ku 40 pileyî derbas dike, dibe sedema fikarên cidî.

Îsal zêdeyî 250 hezar wezîfedar, bi hezaran xebatkarên tenduristiyê bi nuqteyên sarkirin û sihê yên nû piştgiriyê didin heciyan. Her wiha we bi rêya hişê çêkirî û teknolojiya droneyê liv û tevgera girseyê bê şopandin û herikîna wan bi vî rengî bê kirin.

Rayedaran diyar kirin heciyên bêyî destûra fermî tên di bin rîskeke mezin de ne û îsal destûr nedan 270 hezar kesî ku bikevin Mekkeyê.

Bi dirûşma 'Heciyên bê destûr nabe' kampanyayeke berfireh a agahdarkirin û kontrolkirinê tê meşandin. Li kesên ku bêyî destûra fermî îbadeta hecê dikin 20 hezar cezayê pere yê riyal û 10 salan ketina Erebistana Siûdî tê qedexekirin.

Pispor dibêjin, şert û mercên germa zêde gefê li ewlehiya îbadetê dixwin.