CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Bûrkîna Fasoyê di nava rojekê de 170 kes hatin kuştin
Li Bûrkîna Fasoyê, ku di bin desthilatdariya leşkeran de ye, di nava rojekê de li sê gundan komkujî hate kirin. Hate ragihandin ku nêzî 170 kes hatine kuştin. -
Li gorî DYE'yê Îsraîlê agirbest qebûl kir, li gorî Hamasê 48 saet divê
Di roja 149'an a Şerê Xezeyê de DYE'yê ragihand ku Îsraîlê plana agirbestê qebûl kiriye. Îsraîlê hîn piştrast nekir. Hamasê jî diyar kir ku eger Îsraîl daxwazê wan qebûl bike di nava 24-48 saetan de agirbest dikare pêk were. -
Li Îranê hilbijartin: Rêjeya tevlîbûnê ji sedî 41 e
Li gorî daneyên ne fermî li Îranê ku nêzî 61 milyon hilbijêr lê ne, rêjeya tevlîbûna ji hilbijartinê re bû ji sedî 41. Tê diyarkirin ku li bajarên Kurdan boykot bi bandor e. -
Dostê Kurdan Erlîng Folkvord ê Norwêcî wefat kir
Parlamenterê berê yê Norwêcê, endamê Meclîsa Şaredariya Osloyê û dostê Kurdan ê nêzîk Erlîng Folkvord di 74 saliya xwe de li Stockholmê wefat kir. -
Li Îranê hilbijartina parlamentê
Ji bo hilbijartinên parlament û Encûmena Pisporan a li Îranê dengdan kir. Asta tevlîbûnê weke yekane nediyariya van hilbijartinan tê destnîşankirin. -
Li Senegalê keştiya koçberan binav bû: Herî kêm 24 kes mirin
Hat ragihandin ku li peravên bakurê Senegalê keştiyeke ku bi sedan kes tê de bûn binav bû, herî kêm 24 koçber mirin. Bi dehan kes winda ne. -
Îran vê carê ji Rûsyayê peyk şand fezayê
Îranê roja Pêncşemê ji Rûsyayê peykek wênekêşî û dûrbînê şand fezayê. -
Di ser şerê li Xezayê de roja 146'an derbas bûn
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li Şerîda Xezeyê de zêdeyî 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Wezîrên Erîvan û Bakuyê li Berlînê li ser ‘aştiyê’ nîqaş dikin
Wezîrên Karên Derve yên Ermenistan û Azerbaycanê piştî dagirkirina Qerebaxê, ji bo ‘aştiyê’, li Berlînê li hev civiyan. -
Neteweyên Yekbûyî têkildarî Xezeyê hişyariya 'Xela'yê da
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li bakurê Xezeyê 'Xela' li ber derî ye û hişyarî da. -
Fransa: Di şerê agahiyê de Rûsya dijminê me yê sereke ye
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn îdîa kir ku li xaka Fransayê “di şerê agahiyê û êrîşkariyê de dijminê sereke Rûsya ye.” -
Siûdî Erebistanê di rojekî de 7 kes îdam kirin
Siûdî Erebistanê ragihand ku 7 kesên ku bi sûcdariya “terorîzmê” hatibûn girtin, îdam kirin. -
Gelo Rûsya wê herêma Moldovayê desteser bike?
Fikarên derbarê dibe ku Moskova di demên pêş de herêma Transdînyester a Moldovayê desteser bike, zêde dibin. Li gorî raporeke saziyeke Emerîkî, dibe ev herêma Moldovayê ji bo bikeve bin serweriya Rûsyayê, referandûmek were îlankirin. -
Biden: Îsraîl wê di Remezanê de operasyonên xwe bide sekinandin
Serokê DYE'yê Joe Biden roja Duşemê di daxuyaniyekê de got ku Îsraîl wê di tevahiya meha Remezanê de weke parçeyeke agirbestê operasyonên xwe yên leşkerî yên li Şerîda Xezeyê yên li ser Hamasê bide sekinandin. -
Di êrîşên Îsraîlê de 217 endamên Hizbullahê mirin
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de bi deh hezaran kes mirin, hat ragihandin ku di êrîşên li Lubnan û Sûriyeyê de nêzî 220 endamên Hizbullahê mirine. -
Rejîma Talîbanê kesekî din li stadyûmê îdam kir
Rejîma Talîbanê li stadyûmeke li bakurê Efganistanê kesekî din ê ji kuştinê hikum lê hatibû birîn li pêşberî gel îdam kir. -
Hikûmeta Filîstînê îstîfaya xwe pêşkêş kir
Hikûmeta Rêveberiya Filîstînê ya ku navenda wê li Şerîa Rojava ya dagirkirî ye, îstifaya xwe pêşkêşî Serokê dewleta Filîstînê Mahmûd Abbas kir. -
Li Xezeyê hejmara miriyan bû 29 hezar û 692 kes
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 29 hezar û 692 kes. -
Srî Lankayê vîzeya demdirêj a ji bo Rûsya û Ûkraynayê bi dawî kir
Srî Lankayê piştî ku Moskowayê Ûkraynayê dagir kir û vir ve vîzeyên demdirêj ên ji aliyê bi hezaran Rûs û Ûkraynayî ve ji bo li giravê bijîn tên bikaranîn, bi dawî kir. -
Di şerê Xezeyê de roja 142’yan: Îsraîlê hevdîtinên agirbestê erê kir
Kabîneya şer a Îsraîlê erê kir ku li Xezeyê ji bo agirbestê hevdîtin dewam bikin. Li xaka Fîlîstînê jî tirsa xelayê zêdetir dibe. -
DYE û Îngilistanê careke din êrîş birin ser Hûsiyan
Pentagonê ragihand ku li hemberî êrîşên li Derya Sor ên li ser keştiyan, DYE û Îngilistanê li 8 nuqteyên cuda yên li Yemenê êrîş birin ser 18 hedefên Hûsiyan. -
Çapemeniya Ewropayê: Ewropa xwe ji şer re amade dike!
Piştî dagirkirina Ukraynayê li seranserê Ewropayê ji bo parastinê lêçûyîna çekan zûde bûye, vegerandina leşkeriya bi zorê û berfirehkirina NATO’yê re ketine pêşbirka kirîna çekan. Li gorî medyayê şer hatiye ber deriyê Ewropayê. -
Ermenistan ji bo kirîna çekan ji Fransayê peymanek îmze kir
Ermenistan di pêvajoyekê de ku hewl dide têkiliya xwe bi Moskowayê re kêm bike û aloziyên leşkerî li gel Azerbaycanê heye, ji bo kirîna çekên suîqestê bi şirketa PGM’ê ya Fransayê re peymanek û ji bo perwerdekirina efserên Ermenî nameyeke nêtê îmze kir. -
Plana piştî şer a Netanyahû: Rayedarên herêmî
Li gorî nûçeyên çapemeniya Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû planek pêşniyar kir ku piştî şer Xeze ji aliyê rayedarên Fîlîstînê ve were birêvebirin. -
Banka Cîhanê: Aboriya Xezeyê ji sedî 80 biçûk bû
Banka Cîhanê ragihand ku aboriya Xezeyê di çaryeka çaremîn a salê de ji sedî 80 biçûk bû. Her wiha diyar kir ku ji bo zarok karibin perwerdeya xwe dewam bikin wê 30 milyon dolar bê dayin.