CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îsraîlê paşve gav avêt: Em neketin Gazzeyê
Artêşa Îsraîlê piştî daxuyaniya ku gotibûn ew ketine nava Gazzeyê paşve gav avêt û got, "Pirsgirêkeke ragihandinê ya navxweyî" rû da. -
Li dijî hewldana dagirkeriyê ya Azerbaycanê banga 'vekişe'
Li dijî dagirkeriya Azerbaycanê ya li ser Ermenîstanê bi ku bi binpêkirina agirbestê tê kirin, Fransayê banga 'vekişe' kir, DYE'yê jî ragihand ku ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin. -
Li Efganistanê ji ber cejnê agirbest hate ragihandin
Li Efganistanê di navbera tevgera Talîban û hêzên Efganî de ji ber Cejna Remezanê agirbesta 3 rojan hate destpêkirin. -
Li gorî Hamasê ji roja Duşemê ve 83 Fîlîstînî mirin
Tevgera Îslamî 'Hamas' ku Şerîda Gazzeyê kontrol dike, ragihand ku ji roja Duşemê û vir ve di êrişên Îsraîlê de 83 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Şerê Hamas-Îsraîlê: Seferên balafiran ên ber bi Tel Avîvê hatin rawestandin
Ji ber şerê navbera Îsraîl û Hamasê, seferên balafiran ên ber bi Tel Avîvê ve hate rawestandin. -
Sîerra Leone wê cezayê darvekirinê rake
Hikûmeta Sîerra Leone ji Konseya Mafê Mirovan a NY'yê ragihand ku ew dixwazin cezayê darvekirinê rakin. -
Ahmedînecad dîsa bû namzet
Serokkomarê berê yê Îranê Mahmûd Ahmedînecad diyar kir ku ji bo hilbijartina serokkomariyê ya ku wê tûra wê ya pêşîn di 18’ê Hezîranê de were kirin, bûye namzet. -
Talîbanê bajarokekî nêzî paytext Kabûlê bi dest xist
Tevgera Talîbanê, bajarokekî nêzî paytext Kabûlê ku di destê hikumetê de bû, bi dest xist. -
Şerê navbera Hamas-Îsraîlê: Bi dehan kes hatin kuştin
Li Fîlîstînê şerê navbera Hamasê û leşkerên Îsraîlê giran dibe. Li aliyê Fîlîstînê herî kêm 35 kes, li aliyê Îsraîlê jî 5 kes hatin kuştin. -
Danîmarkayê ji bo penaberan projeya welatê 'sêyemîn' xiste rojeva xwe
Parlamenta Danîmarkayê li ser wê mijarê nîqaş dike ku kesên ji bo penaberiyê serlêdan kirine doza wan li welatên 'sêyemîn' bê dewamkirin. -
Li dibistaneke Rûsyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 11 kes mirin
Li bajarê Kazanê ku yek ji mezintirîn bajarên li navenda Rûsyayê ye, li dibistanekê êrişeke çekdarî hate kirin. Herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji zarokên ku gule reşand hate girtin, yek jî hate kuştin. -
Îsraîlê li 130 cihên Gazzeyê xist: Gelek kes hatin kuştin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Gazzeyê li 130 'hedefên leşkerî' yên Hamas û Îslamî Cîhad ên li Gazzeyê xistine. Hate ragihandin ku 15 kes hatine kuştin. -
Di anketan de partiyên desthilatdar ên Elmanyayê di rêzên jêr de ne
Li Elmanyayê li gorî anketekê heke îro hilbijartin were kirin wê rêjeya dengê tifaqa CDÛ-CDÛ di asta herî kêm a dîrokê de be. -
Li Tengava Hurmuzê di navbera Îran û DYE’yê de alozî
DYE diyar kir ku li Tengava Hurmuzê dîsa ew û Mûxafizên Şoreşê yên Îranê hatine hemberî hev. -
Li Meksîkayê dayikan li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
Li Meksîkayê ku rêxistinên sûcê her sal bi hezaran kesî dikujin, bi hezaran jin daketin qadan û li aqûbeta zarokên xwe yên winda pirsîn. -
Keştiyek li Nîjeryayê noqî avê bû: 30 kes mirin
Li eyaleta Nîjer a dikeve navenda Nîjeryayê keştiya zêde barê wê hatî girankirin noqî avê bû, bi kêmanî 30 kes mirin. -
Li DYE’yê êrîşek bi çek: 7 kes mirin
Li eyaleta Colorado ya DYE’yê di dema pîrozbahiya rojbûniyekê de kesekê bi çekê êrîş kir, 6 kes mirin, piştre jî xwe întixar kir. -
Îranê muzakereya bi Suudiyan re piştrast kir
Wezareta Karê Derve ya Îranê cara pêşîn piştrast kir ku wan bi Suudî Erebistanê re muzakere kirine. -
Li Qûdsê şer dewam dike, bi sedan kes birîndar bûn
Li Mescîd-î Aksa ya li rojhilatê Qûdsê şerê navbera Fîlîstîniyan û polîsên Îsraîlê dewam dike. Di şerê roja Duşemê de bi sedan Fîlîstîniyên din birîndar bûn. -
Li Efganistanê êrişa bombeyî ya li dijî otobusekê: 11 kes mirin
Li Efganistanê li dijî otobusekê êrişeke bombeyî hate kirin. Herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Mirovên ku pêşiyên wan kiribûn kole, daxwaza sererastkirinê dikin
Mirovên li herêmên cuda yên cîhanê, ku pêşiyên wan hatibûn kolekirin, bi hinceta ku hîn jî bandora nêzîkatiyê koletiyê dewam dike, ji dewletan dixwazin ku sererastkirinê bikin. -
Li Kabûlê di êrişa dijî dibistanekê de 50 kes mirin
Li paytexta Efganistan Kabûlê li dibistanake ku zarokên keç lê dixwend, êrişeke bombeyî hate kirin. Herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Zapatîsta û Kurd wê bigihêjin hev!
Zapatîsta di 13'ê Tebaxê de li Madrîdê derdikevin qadan. Zapatîstayên ku nêzî 400 salî li dijî mêtingeran li ber xwe dan, wê xwe bigihînin Kurdan jî. -
Li şikefta Guattari hestiyên 9 mirovên Neandertal hatin dîtin
Li şikefta Guattari ya li nêzî bajarê San Felice Circeo yê Îtalyayê hestiyên 9 mirovên Neandertal hate dîtin ku beriya 90 hezar heta 50 hezar salî sax bûn. Wezareta Çandiniyê ya Îtalyayê ev vedîtin weke 'awarte' pênase kir. -
Skoçya xwe ji bo referandûmeke nû ya serxwebûnê amade dike
Skoçya ku di bin serweriya Brîtanyayê de ye, xwe ji bo referandûmê amade dike. Serokwezîr Nicola Sturgeon ragihand ku wê ji bo serxwebûnê careke din referandûmê pêk bînin.