Li dijî hewldana dagirkeriyê ya Azerbaycanê banga 'vekişe'

Li dijî dagirkeriya Azerbaycanê ya li ser Ermenîstanê bi ku bi binpêkirina agirbestê tê kirin, Fransayê banga 'vekişe' kir, DYE'yê jî ragihand ku ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin.

Hatibû ragihandin Azerbaycan a ku bi çeteyên kirêkirî yên Tirk Qerebaxa Jor dagir kirî, bi qasî 3 km hewl daye ku xaka Ermenîstanê dagir bike. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dagirkerkirina heta bi nêzî Gola Sev ya li nav Ermenîstanê ragihandî bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî.

Di daxuyaniyê de ya ku Qesra Serokkomariyê ya Fransayê Elysee dayî, hate gotin ,''Emmanuel Macron bal kişande ser wê ku yekîneyên Azerbaycanê divê demildest ji ser xaka Ermenîstanê vekişin.''

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin Fransa pêgirê yekîtiya xaka Ermenîstanê ye û hate gotin geşedanên dawî yên li ser sînor jî hatine axaftin.

Têkilî dagirkirkeriya Azerbaycanê DYE'yê jî daxuyanî da û hate gotin geşedanên li ser sînor ji nêzîk ve têne şopandin.