Talîbanê bajarokekî nêzî paytext Kabûlê bi dest xist
Tevgera Talîbanê, bajarokekî nêzî paytext Kabûlê ku di destê hikumetê de bû, bi dest xist.
Tevgera Talîbanê, bajarokekî nêzî paytext Kabûlê ku di destê hikumetê de bû, bi dest xist.
Talîbanê beriya agirbesta bi wesîleya Remezanê bixe meriyetê, navçeya Nerhê bi dest xist.
Ev navçe bi 40 kîlometreyî li başûr rojavayê Kabûlê ye û li nava wîlayeta Vardakê ye.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir Tarik Arîan ji AFP'ê re axivî û got, "Hêzên parastin û ewlekariyê bi rengê taktîkî xwe ji midûriyeta emniyetê ya navçeya Nerhê vekişandine."
Ji berdevkên Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd diyar kir ku roja Sêşemê wan kontrola navçeyê xistine destê xwe.
Wezareta Parastinê ya Efgan ragihand ku ji bo jinûve bi destxistina navçeyê wê dest bi operasyonekê bikin.
Wîlayeta Vardakê ku ji bo xwegihandina Kabûlê cihekî stratejîk e û wîlayeta Logarê ya cîran bi giranî di destê Talîbanê de ne.
Talîban gav bi gav bajarên mezin dorpêç dike.