Danîmarkayê ji bo penaberan projeya welatê 'sêyemîn' xiste rojeva xwe

Parlamenta Danîmarkayê li ser wê mijarê nîqaş dike ku kesên ji bo penaberiyê serlêdan kirine doza wan li welatên 'sêyemîn' bê dewamkirin.

'Welatê sêyemîn' ku ji bo kesên daxwaza penaberiyê dike weke proje tê destnîşankirin, bi salane di rojeva Yekîtiya Ewropayê de ye û encamek jê derneketiye. Danîmarkayê proje xist rojeva xwe.

Di serî de Lîbya navê gelek welatên li bakurê Efrîkayê ji bo vê projeyê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tên binavkirin. Lê belê Parlamenta Danîmarkayê mijar xist rojeva xwe û navê Rûandayê jî li lîsteya welatên 'sêyemîn' zêde kir.

Mijara ku daxwaza rastgirên li Ewropayê ye, li Danîmarkayê ji aliyê sosyal demokratan ve li rojeva parlamentê hate bicihkirin.

Lîdera Sosyal Demokratan Mette Frederîksen ku dixwest dengê rastgiran werbigire, di kampanya hilbijartinê de timî anî ziman ku wê koçberiyê daxîne asta herî kêm.

Sosyal demokratên ku ji sala 2019'an ve li ser desthilatdariyê ne, di polîtîkaya koçberiyê de gelekî hişk bûn. Di sala 2020'î de 1547 kesî serlêdana penaberiyê li Danîmarkayê kirin. Ev hejmar ji sala 1992'an û vir ve hejmara herî kêm e.

Lê ji bo Serokwezîra Danîmarkayê Frederîksen ev hejmar jî gelekî zêde ye. Frederîksen meha Çileyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dixwaze serlêdanên penaberiyê daxînin wê astê ku mirovekî bi tenê jî serlêdanê neke.

Li gorî projeya qanûnê kesên ku li Danîmarkayê serlêdana penaberiyê kirine wê şopa wan a tiliyê bê wergirtin û bê tespîtkirin ku li welatekî din ê Ewropayê serlêdana penaberiyê kiriye yan na. Piştre jî ev mirov wê li balafirê bên siwarkirin û ji welatekî 'sêyemîn' ê Efrîkayê re bên şandin û doza wan a penaberiyê wê li vî welatî dewam bike.