Îranê muzakereya bi Suudiyan re piştrast kir

Wezareta Karê Derve ya Îranê cara pêşîn piştrast kir ku wan bi Suudî Erebistanê re muzakere kirine.

Hevdîtin di serê meha Nîsanê de hate organîzekirin. Hevdîtin bi rêya Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El Kazimî hate kirin û heta ku di rojnameya Fînancîal Tîmesê derket jî, ji raya giştî hatibû veşartin. Rojnameyê diyar kiribû ku hevdîtina pêşîn li Bexdayê hatiye kirin.

Berdevê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîpzadeh daxuyanî da rojnameyan û got “Ev nîqaş li ser têkiliyên dualî û li ser meseleyên herêmê bû.”

Çavkaniyên fermî yên Iraqê jî berê ev muzakere piştrast kiribûn. Tê diyarkirin ku armanca van muzakereyan ev e ku aloziya ji pênc salan zêdetir e, kêmtir bikin.

Hatîpzadeh got “Em li benda dîtina encaman in. Niha zû ye ku em encamên muzakereyan nîqaş bikin.”

Berdevk diyar kir ku Îran her dem alîgirê van muzakereyan e û kêmkirina aloziyan ji bo her du aliyan jî baş e.

Îran û Suudî Erebistan yên ku li herêmê du hêzên mezin in, di sala 2016’an de têkiliyên xwe yên dîplomatîk birîbûn û hev sûcdar dikirin ku aliyê hember li Rojhilata Navîn dibe sedema bêîstîkrariyê.