Skoçya xwe ji bo referandûmeke nû ya serxwebûnê amade dike

Skoçya ku di bin serweriya Brîtanyayê de ye, xwe ji bo referandûmê amade dike. Serokwezîr Nicola Sturgeon ragihand ku wê ji bo serxwebûnê careke din referandûmê pêk bînin.

Li Skoçyayê ku di bin serweriya Brîtanyayê de ye, encamên hilbijartinên giştî yên roja Pêncşemê hatin lidarxistin, eşkere bû. Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) a bi lîderiya Nicola Sturgeon bû xwedî 64 wekîlan û bi vî rengî di hilbijartinê de bi ser ket. Ji bo serweriya li parlamentê pêwîstî bi 65 wekîlan heye, lewma SNP divê bi partiyeke din re hikumeta koalîsyonê ava bike.

Lîdera SNP'ê Sturgeon ku alîgira serxwebûnê ye ji nû ve bû serokwezîr. Sturgeon ku ji sala 2014'an de serokwezîr e, piştî ku encamên hilbijartinê diyar bû, di daxuyaniya xwe ya destpêkê de peyamên girîng li ser pêvajoya serxwebûna welatê xwe da. Sturgeon ragihand ku kes ne li bendê bû ew di vê astê de bi ser bikevin û diyar kir ku ji bo referandûmeke nû ya serxwebûnê wê biryarê bidin.

'REFERANDÛM NE DI DESTÊ JOHNSON DE YE'

Sturgeon ji hikumeta Londonê ya navendî xwest ku rê bide referandûma serxwebûnê û destnîşan kir ku eger Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson biryara referansûmê asê bike wê gelê Skoç ji bo daxwaza demokrasiyê têbikoşe. Sturgeon bi van gotinan li ber desthilatdariya Îngilistanê rabû: "Di vê têkoşînê de şensê wan ê serketinê nîne. Ji ber ku biryara li ser paşeroja Skoçyayê tenê di destê xelkê Skoçyayê de ye."

Ji bo Skoçya careke din referandûma serxwebûnê bike, pêwîste hikumeta Londonê ya navendî qebûl bike. Eger hikumeta nû ya Skoçyayê ku alîgirê serxwebûnê ye biryareke bi vî rengî bide wê li vetoya Londonê bialiqe û li gorî çavdêran wê mijar biçe ber destê dadgehê. Sala 2014'an di referandûma destpêkê ya serxwebûnê de ji sedî 55.3 ê xelkê Skoçyayê biryar dabû ku bi ser Brîtanyayê ve bimînin.

BREXÎTÊ BIRYARA GELÊ SKOÇYAYÊ GUHERT

Di referandûma Brexîtê ya sala 2016'an de ku tê wateya derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê, ji sedî 62 ê xelkê Skoçyayê diyar kiribû ku ew dixwazin di nava Yekîtiya Ewropayê de bimînin. Lewma piraniya gelê Skoçyayê bûne mexdûrê Îngilistanê yê derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê. Ji ber vê jî dixwazin bibin welatekî serbixwe û careke din tevlî Yekîtiya Ewropayê bibin.

Meha Çileyê li Parlamenta herêmî ya Skoçyayê dengdan hate kirin û li dijî 54 wekîlan bi giştî 64 wekîlan deng dabûn ku ji bo serxwebûnê ji nû ve refeandûm bê kirin. Tê payin ku hikumeta nû ya bi serokwezaretiya Sturgeon pêşnûmeya serxwebûnê amade bike û ji nû ve pêşkêşî meclîsê bike. Skoçya 314 sal in bi Qraliyeta Brîtanyayê ve girêdayî ye.