Ahmedînecad dîsa bû namzet

Serokkomarê berê yê Îranê Mahmûd Ahmedînecad diyar kir ku ji bo hilbijartina serokkomariyê ya ku wê tûra wê ya pêşîn di 18’ê Hezîranê de were kirin, bûye namzet.

Medyaya Îranê diyar kir ku îxtîmala Konseya Parastina Makezagonê berendamtiya Ahmedînecad qebûl bike, gelekî biçûk e.

Mahmûd Ahmedînecad got “Heke namzetiya min neyê qebûlkirin ez ê hilbijartinan qebûl nekim û tevlê nebim.”

Ahmedînecad diyar kir ku ew zarokê gel e û got “Bi milyonan kesan ji bo ku ez bibim namzet bang kirin. Berpirsiyariyeke giran danîn ser milê min.”

Ahmedînecad diyar kir ku êdî gel baweriya xwe bi rêveberiyan nayne û ji bo rizgarkirina Komara Îslamê ‘ew şanseke dawîn e’.

Ahmedînecad ji sala 2005’an heta sala 2013’an serokkomartî kir. Di sala 2009’an de dema ku protestoyên mezin hatibû kirin, dîsa hatibû hilbijartin.

Ji ber ku di Makezagonê de hatiye diyarkirin kes nikare sê caran li ser hev bibe serokkomar, neçar mabû di sala 2013’an de dev ji peywira xwe berde. Ji dêvila Ahmedînecad Hasan Rûhanî hatibû hilbijartin.

Ahmedînecad ê ku zêde mûxafazakar û populîst e, di sala 2017’an de jî xwestibû bibe namzet lê Konseya Parastina Makezagonê berendamtiya wî qebûl nekiribû.