Sîerra Leone wê cezayê darvekirinê rake
Hikûmeta Sîerra Leone ji Konseya Mafê Mirovan a NY'yê ragihand ku ew dixwazin cezayê darvekirinê rakin.
Hikûmeta Sîerra Leone ji Konseya Mafê Mirovan a NY'yê ragihand ku ew dixwazin cezayê darvekirinê rakin.
Hikûmeta Sîerra Leone ji Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re ragihand ku ew dixwaze cezayê darvekirinê rake.
Li ser navê hikûmetê hikûmetê Alîkare Wezîrê Dadê Umaru Napoleon Koroma axivî û diyar kir, mijara rakirina cezayê darvekirinê ew ê bînin rojeva parlamentoyê.
Rêxistinên mafê mirovan gelek caran rexne li Sîeera Leone dianîn, ji ber cezayê darvekirinê lê hebû.
Ji 1998'an û wir ve cezayê darvekirinê nehatiye bicihanîn, li şûna wê cezayê girtîgehê yê heta mirinê didin.
Koroma got, ''Piştî ku yasa hate parlamentoyê û dengdan ev ê bibe dawiya cezayê darvekirinê.'